Dengbêja bi stranên xwe têkoşiya: Eyşe Şan

  • 09:25 18 Kanûn 2024
  • Portre
Memihan Zeydan
 
WAN - Dengbêj Mukaddes a ku mîrateya Eyşe Şan hiştiye, wiha got: “Dema ku hûn li Eyşe Şan guhdarî dikirin, ger hûn birçî bûna, we yê xwe têr bikira. Wan jiyana xwe ji dest da, lê pêdivî heye ku kesek kevneşopiya wan li dû xwe hiştine, bidomîne."
 
Hunera Denbêjiyê ku beşeke girîng a çand û hunera Kurdî ye, ji dîrokê heta niha girîngiya xwe parastiye. Di dengbêjiyê de yek ji wan navên pêşî ye ku tê bîra mirov Eyşe Şan e. Eyşe Şan a ku di sala 1938'an de li Amedê weke keça bavekî Dengbêj hat dinê, ji ber zextên ku di tevahiya jiyana xwe de derket pêşberî wê, neçar ma koçî bajarên cuda yên weke Dîlok, Stenbol, Elmanya, Bexda û Îzmîrê bike. 
 
Ji ber ku kurdî qedexe ye bi tirkî stranan dibêje
 
Eyşe Şan ku bi navên Eyşena Elî, Eyşena Kurd, Eyşe Xan jî tê naskirin, di temenekî biçûk de di bin bandora bavê xwe yê dengbêj dimîne. Eyşe Şan a ku li Amedê di civînên jinan de bi stranbêjiyê dest bi jiyana xwe ya muzîkê kir, piştî ku di 9 saliya xwe de bavê xwe winda kir, malbata wê li dijî eleqeya wê ya bi muzîkê re derket lê wê gava yekem a jiyana xwe ya muzîkê avêt û çû Dîlokê. Eyşe Şan ji ber ku kurdî qedexe bû du salan neçar ma ku di radyoyê de stranên tirkî bêje.
 
Her ku navûdengê wê zêde dibe, zext zêde dibe
 
Eyşe Şan a ku ji Dîlokê derketibû Stenbolê, ku jê re gotibû "navenda hunerê", di sala 1963'an de ji ber zehmetiyên aborî, li Stenbolê bi stranên tirkî û kurdî dest bi konseran kir. Eyşe Şan a ku bi strana “Ez xezal im” a ku distira navûdengê xwe belav kir, bi kaseta bi tirkî-kurdî ya ku derxistibû hîn bêhtir hat naskirin. Ji ber ku îtîbara wê hat zanîn zextên li ser Eyşe Şan zêde bûn.
 
Eyşe Şan a ku di salên ku mûzîka Kurdî qedexe bû de nema li ber zextên li ser xwe radibû, neçar ma ku koçî Elmanyayê bike. Di salên ku li Elmanyayê ji bo hunerê têdikoşiya keça xwe Şehnaz a 18 mehî winda kir. Piştî demekê li Elmanyayê dimîne, vedigere Stenbolê. Eyşe Şan a ku bi 3 zarokên xwe re vegeriya, ji ber stranên ku got, ne tenê ji aliyê malbatê ve rastî zextan hat. Eyşe Şan a ku di serdema ku zext û gef zêde bûn de jî ji aliyê zarokên xwe ve tenê ma, di sala 1979'an de çû Bexdayê.
 
Ji dengbêjan re bû jêderka îlhamê 
 
Eyşe Şan ku di radyoya Dengê Bexdayê de dest bi kar kir, li Bexdayê bi navê Eyşana Elî tê naskirin. Di wê heyamê de li Mûsil, Duhok û Hewlêrê gelek konser dan û derfeta dîtina gelek hunermendan çêbû. Di heman demê de ji bo gelek dengbêjan jî çavkaniya îlhamê ye.
 
Wesiyeta wê pêk nehat
 
Eyşe Şan tevî ku pir jê hez dike jî qet nikare vegere bajarê xwe Amedê. Penceşêr li êşa ku ew di jiyana xwe ya zext û gefan de dikişîne zêde dibe. Her çend di dema nexweşiyê de xwest keça xwe bibîne jî, ji ber astengkirina xizmên xwe bêyî ku bikaribe keça xwe bibîne, ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest da. Eyşe Şan a di 18'ê Kanûna 1996'an de jiyana xwe ji dest da. Di wesiyeta xwe de dixwest li Amedê bê veşartin lê belê wesiyeta wê pêk nehat û li Îzmîrê hate definkirin.
 
'Eyşe Şan lehengeke mezin e'
 
Eyşe Şan pêşiya gelek jinan ronî dike û pêşengiya dengbêjiyê dike. Yek ji wan mîrateya ku ji Eyşe Şan maye, dengbêj Mukaddes e ku li Wanê karê dengbêjiyê dike. Dengbêj Mukaddes Eyşe Şan weke "lehengeke mezin" bi nav kir. Dengbêj Mukaddes hestên xwe yên der barê Eyşe Şan û çanda dengbêjiyê de parve kir û anî ziman ku Eyşe Şan pêşenga çanda dengbêjiyê û jinên dengbêj e.
 
'Dema hûn dest bi strana dengbêjiyê ya bi Kurdî dikin zext zêde dibe'
 
Dengbêj Mukaddes ku dengbêjên jin ên jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî, bi bîr xist ku Eyşe Şan dema hunera xwe dikir, bi zextên malbatê jî rû bi rû dimîne. Dengbêj Mukaddes got, “Dengbêj ji bavê xwe îlham girtiye. Di destpêkê de dest bi hunera xwe dike bi sitranbêjî û stranên gelêrî. Lê dema ku dest bi gotina dengbêjiyê dike, zext zêde dibe."
 
'Dengên wan xwezayî, zelal xweş bûn'
 
Dengbêj Mukaddes amaje bi wê yekê kir ku zexta li ser hunera kurd û jinan heta radeyekê hatiye şikandin û got, “Me ev yek anî astekê, me ev zext hinekî şikand, lê ne Eyşe Şan û ne jî Şakiro ev roj nedîtin. Çanda dengbêjiyê pir bi qîmet e, lê em nikarin qîmeta pêwîst bidin wê. Hunermendên niha dikarin perwerdeya dengbêjiyê bibînin, lê em nikarin wek Eyşe Şan û Meryem Xan stranan bibêjin. Dengê wan xwezayî, zelal, û xweş bû. Em nikarin wek wan stranan bibêjin."
 
'Wî mîrateya xwe ya huner û têkoşînê ji me re hişt'
 
Dengbêj Mukaddes destnîşan kir ku Eyşe Şan ji hunermendên dengbêj ên jin û mêr re mîrasek mezin hiştiye û got, “Berhemên dengbêjiyê yên Eyşe Şan ên di dema xwe de hêjayî zêr, yaqût û zimrûd in. Ji ber zextên malbat û dewletê gelek caran ji bajaran bar kir û bi salan jî li derve ma. Lê her ku çû rastî qedexe û zilmê hat. Eyse Şan ji huner û têkoşîna xwe mîrasek ji me re hişt."
 
'Jin parêzvana çanda gelan e'
 
Dengbêj Mukaddes destnîşan kir ku divê ciwan dîrok, huner û çanda xwe biparêzin û got, “Bila çanda we nemire. Heger kurdan heta vê derê hunera xwe geş kiribe, bi saya dengbêjan û keda dayikan e. Jin parêzvana çanda neteweyekî ne."
 
Dengbêj Mukaddes a ku piştî hevpeyvînê strana xwe distirê, berdewamiya çanda dengbêjiyê ye.