Rojnamevanên êzidî êrişa dijî rojnamevanan şermezar kirin

  • 15:28 20 Kanûn 2024
  • Rojane
  
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamegerên êzidî, derbarê qetilkirina rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daşdan daxuyaniyeke nivîskî dan û gotin: “Wan bi pênûs û kameraya xwe bi wêrekî li ser erk û wezîfeyên xwe yên pîşeyî, mirovî û welatparêziyê de çûn, bûn dengê hemû gelên azadîxwaz û bindest."
 
Du rojnamevanên naskirî û bi ezmûn ên Kurd Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan dema berxwedana şervanên QSD û YPJ’ê ya li Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaxê dişopandin, bi awayeke bi zanabûn bûn hedefa êrişa balafira bêmirov. Rojnamevanên êzidî yên Şengalê derbarê qetilkirina rojnamegeran de daxuyaniyeke nivîskî dan. 
 
Di daxuyaniya rojnamevanan de têkildarî israra rojnamevanan a di ragihandina heqîqetê de wiha hate gotin: “Bihîstina agahiya şehîdbûna herdu hem pîşe û hevalên me yên rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn me gelekî xemgîn û hêrs kir. Herdu rojnamevan jî bûn dengê şoreşa gelan a Rojava û hemû gelên zilm li wan hatiye kirin. Bi pênûs û kameraya xwe, xwedî li etîk û wijdana rojnamevaniyê derketin, karîn bi wêrekî li ser erk û wezîfeyên rojnamevaniyê de biçin, dengê berxwedêran bigihînin hemû herêmê û cîhanê. Weke hem pîşeyên wan me rastiya berxwedanê û hovîtiyê ji wan dibihîst. Ew bûn nimûneya rojnamevaniya rasteqîne û wêrek, ji me re dan nîşan ka dibin her şert û mercekî de çawa dikarin rojnamevaniyeke bi wijdan bikin.
 
Di demên şer de eger rojnamevanên xwedî pênûsa vegotina rastiyan û dilwêrek nebin, şerê taybet û nûçeyên derew ji bo bêmoralkirin û şaş agahdarkirina civakê dikevin dewrê. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku dibin xeteriyeke mezin de ye xwestin wiha bikin. Lê herdu rojnamevanên wêrek hemû derewên wan vala derxistin, coş û rihê berxwedanê ya şervanan gihandin me tevan. Ew ji bo me bûn mînak, lewma dewleta Tirk wan bi qestî hedef girt. Lê wan nîşanî me da ka em çawa dikarin bidin dengê gelê xwe, hemû gelên azadîxwaz û berxwedêran.
 
Rojnamevan Cîhan Bîlgîn ku timî bûye dengê şoreşa gelan û şoreşa jinê ya Rojavayê Kurdistanê, Nazim Daştan jî di serî de li Şengalê di şopandina berxwedana dijî DAIŞ’ê ya li Şengal û Rojava de roleke mezin lîstiye. Rojnamevan Nazim Daştan rojnamevanê gihandina dengê hemû gelên dibin şûrê qirkirinê de bû. Ne tenê li Rojava li Şengalê jî karî êş û berxwedana civaka me ya Êzidî ji bo cîhanê ragihîne. Bi pênûs û kameraya xwe berxwedana dijî DAIŞ’ê û hevkarên wê şopand, şahidiya kêliyên dîrokî kir. 
 
Ew jî weke Nûjiyan Erhanan karî bingehê ragihandinê û çawa rojnamevanî tê kirin ji me re deyne. Şopdara Gurbet Elî Ersoz Cîhan Bîlgen jî 8 salan benavber şahidî ji tekoşîna jinan re, ji êş, koçberî û lehengiya wan re kir. Û pêşketina şoreşa jin ku, bûye îlham ji hemû jinên cihanê re kêlî bi kêlî mîna bibe yek ji endama şoreşê, ji heqîqeta wê re bû pênûs û dengê vegotinê. Niha em li ser şopa wan dikarin bibin dengê gelê xwe, mîraseke dewlemend a rojnamevaniyê ji me re hiştiye.”
 
Divê hemû saziyên ‘Parastina Mafê Rojnamevanan’ dikin û hemû rojnamevanên xwedî wijdan dikin, li dijî van sûcên şer yên rejîma Erdogan û çeteyên wê derbikevin. Dewleta Tirk bi balafirên xwe di nava salê de 5 hevalên me yên rojnamevan li Bakur, Başûr û Şengalê şehîd xistin û çend hevalên me jî birîndar kirin. Bang li van saziyên navnetewî û rêxistinên mafê mirovan dikin, erkên xwe bicîh bînin, pêşî li xeterî û hedef girtina rojnamevanan li Kurdistanê û herêmê bigirin. Dema em erkên xwe bicîh tînin, divê ev sazî jî erkên xwe bicîh bînin, pêşî liv an dewlet û komên çete bigirin ku rasterast rojnamevanan hedef digirin.
 
Wê ala herdu rojnamevanan a ragihandina heqîqetê her li ba be û ti carî danekeve. Wê ezmûn, wêrekî û rihê wan ê welatparêz timî ji bo me rojnamevanan û kedkarên ragihandinê bibe hêz, vîn û moral. Emê bi bîr anîna wan rojnamevaniya heqîqetê çawa têkirin fêr bibin û fêr bikin. Dibêjin rihê we şad be û çavê we bila li piştê nemîne.”