'Em tu carî qeyûm qebûl nakin'

  • 16:43 25 Sibat 2025
  • Rojane
 
QERS - Li Qaxizmanê li dijî tayinkirina qeyûman daxuyanî hat dayin û hat gotin ew ê li dijî qeyûman serî netewînin. 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan  (DEM Partî)  li pêşiya şaredariyê li dijî tayinkirina qeyûman a li Şaredariya Qaxizmanê daxuyanî da.  Cîgira Seroka Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyigît, parlamenterên DEM Partiyê Sumeyye Boz, Nejla Demir, Heval Bozdag û Yilmaz Hun tevlê bûn. 
 
Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşma "Qeyûm talan e" hatin berzkirin.
 
'Em tu carî qeyûm qebûl nakin'
 
Di daxuyaniyê de pêşî Hevseroka DEM Partiyê ya Qersê Arzu Savaş Derman axivî. Arzu Savaş Derman got, “Em careke din di serdemeke ku bêhiqûqî û bêhiqûqî di lûtkeyê de ye re derbas dibin. Gel vîna xwe diyar kir û hevserokên xwe hilbijartin. Em ê her tim aştiyê ji bo hemû gelên Tirkiyeyê biparêzin û tu carî qeyûm qebûl nakin."
 
Piştre Hevşaredarê Qaxizmanê Mehmet Alkan axivî û diyar kir ku ji ber hincetên ne rast ceza li wî hatiye birîn û ew ê serî netewînin. 
 
Di dawiyê de Cîgira Seroka Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît mafê axaftinê girt. Gulîstan Kiliç Koçyîgît destnîşan kir ku gelê Qaxizmanê bi gelek pirsgirêkan re têdikoşe, tenê armanca qeyûm desteserkirina ked û vîna gel e.
 
Daxuyanî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.