Li Hesekê panêla ji bo darizandina kujerên jinan dest pê kir

  • 11:37 26 Sibat 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ku bi armanca darizandina qatilên jinan li Hesekê di panêlek de hatin cem hev, diyar kirin ku ew ê kiryarên kuştina siyasetmedarên jin belge bikin û ji saziyên navnetewî re bi tevî daxwaza xwe ya darizandinê, bişînin.
 
Di bin dirûşmeya "Li şûna erkdarkirina wan di cihê biryarê de, em daxwaza darizandina kujerên jinan dikin" de, bi armanca darizandina kujerên jinan ên di nav HTŞ’ê (Heyet Tehrîr El Şam) ya cîhadîst de cih digirin û parastina mafên jinan, panêlek tê lidarxistin. Panel, ji aliyê Ofîsa Jinê ya di Yekîtiya Parêzeran de, Meclîsa Edaleta Jinê û Rêxistina Mafên Mirovan ve tê organîzekirin.
 
Panêl li xweringeha El-Mûşwar a bajarê Hesekê ya kantona Cizîrê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat pêk hat. Nûnerên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Meclîsa Jinên Sûriyeyê û çalakvanên hiqûqî jî di nav de gelek jin beşdarî panêlê bûn.
 
Panêl bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, piştre ji aliyê endama komîteya amadekar Evîn Cuma ve axaftina destpêkê hat kirin. Evîn Cuma armanca panêlê bi van gotinan anî ziaman: "Em di pêvajoyên gelek hesas re li Sûriyeyê derbas dibin. Piştî hilweşîna rêjîma Baasê, gelek guhertin çêbûn. Em niha bi hikûmeta demkî ya Sûriyeyê re dijîn. Di vê hikûmetê de li şûna ku kujerên jinan bên darizandin, kiryar li cihên biryardayînê tên erkdarkirin. Em bi riya vê panêlê daxwaza darizandina kujerên jinan dikin û pêwîst e ku ev kiryar li dadgehên navnetewî bên darizandin. Di vê panêlê de bi nêrîna jinan wê kiryarên ku jinan û bi taybetî jî jinên siyasetmedar kirine hedef, bên belgekirin da ku ji dadgeha navnetewî re bên rêkirin. Eger hikûmeta Sûriyeyê bi vî rengî dewam bike, ewê aqûbeta Sûriyeyê ber bi tarîtiyê ve biçe."
 
Panêl bi xwendina bendên panêlê berdewam dike.