Li Sûrê hevdîtina 8'ê Adarê

  • 16:14 26 Sibat 2025
  • Rojane
 
AMED - Midûriyeta Jinan a Şaredariya Sûrê di çarçoveya 8'ê Adarê de li Çarikliyê bi jinan re hat gel hev.
 
Muduriyeta Jinan a Şaredariya Sûrê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li Taxa Çariklî ya Sûrê bi jinan re hat gel hev. Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Amedê Sultan Yaray, aktîvîstên TJA'yê û gelek jinên li taxê beşdarî hevdîtinê bûn.
 
Sultan Yaray di hevdîtinê de axivî û bal kişand ser girîngiya têkoşîna jinê û got ku divê jin di hemû qadan de pêşeng bin. 
 
Di hevdîtinê de ji jinan re sînevîzyonên tenduristiyê hatin pêşandan, piştre jinan bi hev re govend gerand.