
Bajarê ku Heyeta Îmraliyê lê daxuyaniyê bide guherî
- 19:22 26 Sibat 2025
- Rojane
ENQERE - Cihê daxuyaniya ku piştî heyeta DEM Partî ya Îmraliyê hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bike, şûnde wê bê dayîn wek bajar Stenbol hat guhertin û saet jî wek 17.00 hat diyarkirin.
Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê sibe li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtina sêyemîn li dar bixe. Siyasetmedar Ahmet Turk, Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çîçek û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Faîk Ozgur Erol jî dê di şandeyê de cih bigirin.
Heyetê daxuyaniya ku piştî hevdîtinê di 28’ê Sibatê de li Enqereyê pêk bianiya, bername guhert û 27’ê Sibatê de wê li Stenbolê bide.
Di daxuyaniya ku ji aliyê DEM Partiyê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku wê daxuyanî 27’ê Sibatê de saet di 17.00’an de bê dayîn.