
Çalakiya ji bo azadiya Abdullah Ocalan ket meha 50’emîn
- 21:35 26 Sibat 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya rûniştinê ya ku li Cenevreyê her Çarşem ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalantê lidarxistin, ket meha 50’an. Çalakvanan wiha gotin:“Şertê sereke ya aştiya mayînde, pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.”
Çalakiya rûniştinê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a li Cenevre ya Swîsreyê hatibû destpêkirin, kete meha 50’an.
Çalakî bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endamê Komîteya Çalakiyê Ramazan Kizilkûrt axivî.Ramazan Kizilkûrt anî ziman ku ew ê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan saziyên navneteweyî bi taybet jî Neteweyên Yekbûyî nerehet bikin.
Ramazan Kizilkûrt destnîşan kir ku di demeke ku li Rojhilata Navîn daxwazên aştiya mayînde û demokrasiyê tê ser ziman de paradîgmaya neteweya demokratîk a Abdullah Ocalan girîngtir bûye û wiha got; “Şertê sereke ya aştiya mayînde, pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Em Kurdistaniyên li Cenevreyê dijîn,ji bo azadiya Rêber Apo li qadan bin.”
Piştî daxuyaniya Ramazan Kizilkûrt metna çapemeniyê hate xwendin. Çalakiya rûniştinê heta saet 17:00’an dewam kir.