Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê jî dê di Şandeya Îmraliyê de cih bigirin

  • 16:41 26 Sibat 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan jî dê di Şandeya Îmraliyê de cih bigirin. 
 
Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê sibe li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtina sêyemîn li dar bixe. Siyasetmedar Ahmet Turk, Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çîçek û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Faîk Ozgur Erol jî dê di şandeyê de cih bigirin.