Heyet sibe diçe Îmraliyê

  • 16:00 26 Sibat 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Serlêdana Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê hat qebûlkirin. Şandeya ku ji Pervîn Buldan, SirrI Sureya Onder û Ahmet Turk pêk tê dê sibê biçin Girava Îmraliyê.
 
Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder ji bo ku cara sêyemîn biçin Girava Îmraliyê li gel Rêberê PKKê Abdullah Ocalan hevdîtinê pêk bînin, serî li Wezareta Dadê dabûn. Her wiha DEM Partiyê ji bo siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk jî serlêdan kiribû. Hat zanîn ku Wezareta Dadê serlêdan hatiye qebûl kiriye.
 
Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê agahiyek belav kir û ragihand ku serlêdana Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê hatiye qebûlkirin û dê Pervîn Buldan, Sirriye Onder û Ahmet Turk sibê biçin Girava Îmraliyê û li gel Abdullah Ocalan hevdîtinê pêk bînin.