Krîza modernîteya kapîtalîst a li Rojhilata Navîn (6)

  • 09:03 28 Sibat 2025
  • Dosya
 
Endustriya ekolojîk
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo çareseriya krîza modernîteya kapîtalîst a li Rojhilata Navîn, perspektîfa enduristiya ekolojîk wek çareseriya pirsgirêkan pêşniyar dike. 
 
Li Rojhilata Navîn ji bo çareseriya krîza modernîteya kapîtalîst têkoşîn tê dayîn û ji bo vê jî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan perspektîfa xwe datîne holê. Abdullah Ocalan ji bo derbaskirina krîzên ku li Rojhilata Navîn ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve hatine afirandin, perspektîfa teoriya neteweya demokratîk û aboriya komunal a demokratîk pêşkêş dike. Di vê beşê de em ê nirxandina Abdullah Ocalan a endustriyalîzma ekolojîk parve dikin.
 
Abdullah Ocalan li dijî modernîteya kapîtalîst, di çareseriya girîng a sêyemîn de balê dikşîne ser endustriya ekolojîk. Abdullah Ocalan li dijî endustriyalîzma kapîtalîst, endustriya ekolojîk pêşniyar dike û wiha balê dikşîne ser: “Endustriyalîzm dikare wekî karanîna teknolojiyê ya bêsînor a kapîtalîzmê ji bo bidestxistina qezenca herî zêde were pênasekirin. Çawa ku meyla qezenckirina herî zêde dewlet di şeklê netew-dewletê de weke amûreke hêza herî zêde ji nû ve birêxistin kir, di heman demê de bi şeklê endustriyalîzmê ku bikaranîna amûrên teknîkî ji bo qezanca herî zêde îfade dike, ji nû ve birêxistin kir. Xetereya rast a endustriyalîzmê ew e ku civaka ku xwedî cîhaneke zindî û hestiyar e, dike goristana amûrên mekanîk û civakê robotîze dike. Tu civak nikare di cîhanek hestên saxlem de bijî bêyî ku sînoran li ser endustriyalîzmê deyne. Mekanîzekirina civakê piştî bendeke diyar veguherî tunekirina civakê. Dibe ku aliyê kapîtalîzmê ji şer xeternaktir ew e ku mêldarê herî zêde endustriyalîzmê ye. Jixwe cîhan bûye mehkûmê bajaran û cîhazên virtual ku ji hawîrdora xwe ya xwezayî qut bûne. Ew endustriyalîzm e ku mezinbûna kanserê ya bajaran gengaz dike. Bajar bûne cinawirên ku gerstêrka meya zindî daqurtînin. Her çend bajarên ku milyonek an jî deh mîlyon nifûsa wan heye tu wateya wan a civakî tunebe û hebûna bajarên bi vî rengî ji ti hewcedariyê dernekeve jî, mezinbûna wan a mîna penceşêrê ji bilî nexweşiyê ti wateya wan nîne.
 
Kesên têkiliya xwe ji civakê qut dike
 
Weke yek ji qadên din ên pêşeng ên endustriyalîzmê, amûrên ragihandinê yên virtual, dîtbarî û edebî, mirovahî kiriye tiryakbûna cîhanek sanal ku tê de têkiliyên xwe yên bi rastiyê re qut kirine. Girseyên ferdên ku li ser bingeha heqîqetê têkiliyên xwe yên bi civakê re winda dikin, atomîkirina civakê temsîl dikin. Girseyên jihevketî û ne-civakî û pîşesaziya alavên şer ji niha ve ji wan pîvanên ku dê mirovahiyê bi tevahî hawîrdora xwe daqurtîne derbas kiriye. Bê şik li hemberî teknîka endustriyalîzmê ku ji bo hemû cîhanê veguheriye amûrên îmhayê û modernîteya kapîtalîst a ku vê pêkan dike, nêzîkatiya modernîteya demokratîk a li pîşesaziyê bi tevahî ekolojîk e. Pîşesaziya ne ekolojîk herî kêm bi qasî kapîtalîzm û dewleta netewe amûra tinekirina civakê ye. Helbet netewa demokratîk û hêmanên aboriya komunal ên modernîteya demokratîk ji teknolojî û sanayîyê nayên dûrxistin da ku bibe pratîk. Berovajî vê modernîte û hêmanên wê pêdiviya pêşketina zanist û teknolojiyê û bikaranîna wan di pîşesaziyê de heye. Wateya rastîn a pîşesaziyê ji bo civakê li vir derdikeve holê. Pîşesazî bi qasî ku tevkariyê li hebûna civakê bi giştî, jêhatiya wê ya exlaqî û siyasî û pêşketina wê ya demokratîk û aborî dike, bi qîmet e. Bê şik, diyarkirina bendava tevkariyê erka bingehîn a rêveberiya exlaqî û polîtîk e.
 
Hewcedariya herêmê bi jiyana ekolojîk heye
 
Civakên Rojhilata Navîn hîna ji aliyê endustyariyalîzma kapîtalîzmê ve wek welatên metropol hilweşînê nejîn jî, bi hezaran salane ji aliyê pergalên şaristaniyên navendî ve hilweşîn jiyane. Zêdetirî pênc hezar sal e ku dergûşa şaristaniya navendî ye, bûye sedema wêrankirina astên giran. Beriya niha û di asteke pir pêşketî de birîna daristanan pêk hatiye. Herêma ku berê bihişta nebat û ajalan bû, niha vediguhere dojehekê. Herêm di rewşeke ku herî zêde pêwîstiya jiyana ekolojîk lê heye de ye. Pîşesaziyek bi tevahî ekolojîk dikare herêmê vegerîne hilberîna wê ya berê.
 
Pirsgirêk li ku be çareserî ferz e
 
Pirsgirêkên civakî xwedî vê taybetmendiyê ne: Her ku pirsgirêk giran bibin, çareserî jî mezintir in. Pirsgirêkek ku nayê çareserkirin nayê fikirîn. Şert û mercên mekan û zeman ên ku pirsgirêk pêş dikevin, şert û mercên çareseriyê jî bi xwe re hildigirin ku bi aboriya komunal re li hemû welatên herêmê bên bikaranîn, avakirina civakê ya ku herî zêde pêdiviya wê pê heye, azad, wekhev, demokratîk û mayînde dike. Pêşketina ekolojîk li şûna îndustriyalîzmê hewcedariya rast û bingehîn e. Digel ku welatên pêşkeftî yên ewropî sanayiyên xwe yên ne-ekolojîk bi yên ekolojîk diguherînin, peydakerên wan ên otomobîl, tekstîl û tûrîzmê tenê dikarin pirsgirêkên civakî girantir bikin. Bi vî awayî kapîtalîzm hêmanên tinekirina mirovahiyê globalîze dike. Binesaziya teknîkî ya modernîteya demokratîk divê ekolojîk be. Bi rêxistinkirina hemû girseyên gel û bêkaran di aboriya ekolojîk û komînal de dikare welatê bihuştê yê berê weke neteweya demokratîk li ser rêya şaristaniya demokratîk ji nû ve ava bike. Ji bo vê jî heta ku rûmet û hezkirina jiyana li welatekî azad û civaka demokratîk hebe.”