Li Tatwanê starta 8'ê Adarê hat dayîn

  • 14:42 28 Sibat 2025
  • Rojane
 
BEDLÎS -Li Tetwanê ku starta 8'ê Adarê hat dayîn, wiha hat gotin, " Meli têkoşîna ku ji aliyê Leyla Qasim, Zarîfe, Sara, Sêvê, Arîn û bi hezaran jinên Kurd ve hatiye destpêkirin xelekek din zêde kir."  
 
Li navçeya Tetwan a Bêdlîsê li peravê bi daxuyaniyekê starta 8’ê Adarê hat dayîn û çalakî hatin destpêkirin. Rêxistinên bajar û Navçeyên bajêr ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî), Hevşaredara Tetwanê, Meclîsa Jinan a Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES), Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin û Dayikên Aştiyê beşdarî bernameyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa "Em li dijî komkujiya jinan serî radikin, em ber bi azadiyê ve dimeşin" hate vekirin.
 
'Em xeleke ku li têkoşîna jinên kurd zêde bûne ne'
 
Di metna hat xwendin de wiha hat gotin, "Berxwedana ku jinên kedkar ên tekstîlê li dijî îstîsmara kedê dan destpêkirin, ji bo keda wekhev daxwaza mûçeyên wekhev kirin, îro sedema serhildana hemû jinên cîhanê ye. Ev kevneşopiya berxwedanê ya ku bi keda bi hezaran jinan ji Clara heta Rosayê hatiye afirandin,  rêya jinên kurd jî ronî dike. Me ev kevneşopiya berxwedanê ya ku ji çanda bi hezaran salan a gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn hatiye parzûnkirin û koka wê heta neolîtîkê ye, kiriye yek."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.