Serra Bucak: Em ê dîroka sînemaya bajêr bi festîvaleke nû geş bikin

  • 15:07 28 Sibat 2025
  • Çand û Huner
 
 
AMED - Hevseroka Şaredariya Mezin a Amedê Serra Bucak, beşdarî Civîna Amadekariya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Amedê ya 3'emîn bû û diyar kir ku ewê bi festîvaleke nû beşdar bibin di dîroka sînemayê ya Amedê de.
 
Yekîneya Sînemayê ya Serokatiya Daîreya Karên Çandî û Civakî, Civîna Amadekariya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Amedê ya 3'emîn li Navenda Çand û Kongreyan Çand Amedê li dar xist. Di civînê de ku armanc jê bilindkirina potansiyela bajêr a di warê çand û hunerê de ye, ligel Hevseroka Şaredariya Mezin a Amedê Serra Bucak, Alîkara Sekretera Giştî Zerîn Turk, Seroka Daîreya Karên Çandî û Civakî Zeynep Yaş û hunermendên ku di warê kurtefîlm, belgesel û fîlmên dirêj de xebatan dimeşînin beşdar bûn.
 
Hevşaredar Serra Bucak, di axaftina xwe ya vekirinê de beşdar silav kirin û got: "Em dixwazin spasiya hevalên xwe yên hêja bikin ku ji riyên dûr, ji her aliyê Tirkiyeyê û ji derveyî welat hatine vir. Em dixwazin spasiya Serokatiya Daîreya Karên Çandî û Civakî bikin û spasiya hevalên xwe yên dildar ên ku di civîna amadekariya festîvalê de cih digirin; spasiya hevalên xwe yên ku ji Amedê hez dikin, hevalên ku ji axaftina li ser çand û hunerê li Amedê hez dikin."
 
'Em ê bêhtir li ser avakirina aştiyê biaxivin'
 
Hevşaredar Serra Bucak, di axaftina xwe de bal kişand ser daxuyaniya ku duh ji hêla şanda Îmraliyê ve hatibû dayîn û wiha got: "Helbet pêşwaziya we di roja piştî ku bangawaziyeke dîrokî, bangawaziya aştiyê ya ku demeke dirêj e li Tirkiyeyê hewcetî pê heye û hesreta wê tê kişandin, hatiye kirin, kêfxweşiyek cuda ye. Bandorên wê bangawaziyê dê îro bêguman li van nîqaşan bixe. Rast e ku ji îro pê ve em ê di hemû karên xwe de ji bo ku beşdariyê di vê bangawaziyê de bikin, wek civak, wek rêveberiyên herêmî, ji bo ku hêmanên vê bangawaziya mezin a ku Tirkiye ji sed salî vir ve hewceyî pê bûye çêbibin, da ku mercên civakî wê zûtirîn dem de bên bidestxistin, ji bo ku dîtbariya wê li nik civaka sivîl û gel zêde bibe, em ê jî li her qadê xebatan bikin. Bêguman çand û huner dê vê berpirsiyarîyê jî bigire ser xwe. Di rojên pêş me de em ê zêdetir li ser avakirina aştiyê, axaftina li ser aştiyê di hilberînên hunerî de, bandora lihevkirina civakî li ser festîvalên fîlman biaxivin. Karê me zortir e, berpirsiyariya me zortir e, lê xwebaweriyeke me heye ku dizanin em ê çi bikin û bernameya me ya xebatê heye."
 
'Em Amedê wek 'bajarekî sînemayê' dinirxînin'
 
Hevşaredar Serra Bucak, bal kişand ser taybetmendiya festîvalên fîlman a ku nirxê bajêr ji bo çêkerên fîlman, derhêneran û temaşevanan zêde dike û got ku ji roja ku hatine ser rêveberiyê şûnda bi hezkiran sînemayê re gelek caran hatin ba hev ji bo ku festîvaleke wisa ya fîlman li bajêr bikin.
 
Hevşaredar Serra Bucak got, "Di vê holê de tu kes kes tuneye ku aliyê polîtîk û dîrokî ya Amedê nizanibe. Diyarbekir bi holên xwe yên sînemayê û temaşevanên xwe bajarekî berhemdar e. Em wê wek bajarekî sînemayê dinirxînin" û axaftina xwe wiha domand: "Tam ji ber vê yekê ye ku pêşandanên fîlman û festîval qet ji bajarê me kêm nebûn. Ne tenê ji aliyê bajêr ve, ji aliyê herêmê ve jî wisa ye. Sê hilgirên wê yên dîrokî hene, yek jê Festîvala Fîlmên Belgefîlman a Fîlmamedê, Festîvala Fîlman a Yilmaz Guney a Batmanê û Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Amedê ye. Helbet li Diyarbekirê rojên fîlman hebûn ku ji hêla pêşengiyên cuda, Klûba Sînemayê ya Diyarbekirê ve demkurt û demî dihatin birêvebirin, ez naxwazim wan jî di vir de nebêjim. Helbet xala hevpar û herî bi nirx a van hemû tecrûbeyan temaşevan e. Temaşevanên Amedê yên pir girîng hene."
 
'Di pêvajoya qeyûman de festîval jî sekinîn'
 
Hevşaredar Serra Bucak, destnîşan kir ku her 3 festîvalên ku behsa wan hatiye kirin, xwedî ekîbeke bihêz, dilxwaz û hezkirên sînemayê û hevkarên navneteweyî ne û wiha axivî: "Di pêvajoya 8 salên qeyûman de, di pêvajoyeke ku gelek tişt di bin rêveberiya qeyûman de astengiyan dibînin, mixabin festîvalên fîlman jî sekinîn. Em hemû vê yekê dizanin. Îro, dema ku em vê hevdîtinê amade dikin, bêguman ya ku em dikarin bikin pir bi nirx bû, zanîna van tiştan hêz dide me. Lê bêguman dema ku em li tecrûbeyên berê dinêrin, ez dixwazim bibêjim ku em hewcedarî xebatê ne di her qadî de ji bo festîvala fîlman a ku li Amedê çêbibe."
 
'Em ê li ser çawa her kes dikare bigihîje fîlman biaxivin'
 
Hevşaredar Serra Bucak, anî zimên ku ew ê li ser mercên çêkirina Festîvala Fîlman a Navneteweyî, wateya wê û rewşa festîvalên fîlman li Tirkiyeyê di 10 salên dawîn de biaxivin û got: "Em ê li ser festîvalên fîlman ên tirkî û festîvalên fîlman ên kurdî ku her tim li welatê xwe, li warê xwe sirgûn in, biaxivin. Em ê her wiha li ser festîvalên fîlman ên kurdî yên qedexekirî, sansurkirî û kurdî biaxivin. Lê helbet em ê li vir şahidiya ji dayikbûna festîvaleke fîlman a navneteweyî ya li Diyarbekirê bikin û keviran li vir biçînin. Helbet armancên van festîvalên fîlman ên pir girîng hene, lê armanca girîng bi taybetî emê li ser çawa jinên Amedê, zarok û ciwan, her kes, bigihîjin fîlmên baş, çawa di mercên baş de fîlman temaşe bikin, biaxivin. Û armancên me hene wekî em ê çawa çand û hunera bajarê xwe ya ku bi dehsalan hatiye tepisandin, potansiyeleke ku ewqas hatiye perçiqandin derxin holê û çawa her goşeya bajêr bi sînemayê vejînin, û bi vî awayî em ê çawa bajêr bidin naskirin. Helbet wekî dawî jî armanca me heye ku em ê çawa hilberînên fîlman ên kurdî bihêz bikin, çawa derhênerên ku fîlmên kurdî diafirînin bihêz bibin. Armancên me yên gihîştina çavkaniyan, dombarî hene."
 
Hevşaredar Serra Bucak, bal kişand ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê amade ye ku di çarçoveya festîvalê de hemû derfetên xwe pêşkêş bike û got: "Em ê li vir bin ji bo ku bi festîvaleke nû beşdarî dîroka sînemayê ya Amedê bikin."
 
Di 3 rûniştinan de mijarên sereke hatin nirxandin
 
Piştî axaftinê, di civînê de ku bi sê rûniştinan dewam kir, mijarên bi sernavên "Pirên Navçandî: Perspektîfên Herêmî û Gerdûnî di Festîvalên Fîlman ên li Derveyî Welat", "Duh, Îro û Sibêya Festîvalên Fîlman", "Ji Borî heta Îro Festîvalên Fîlman ên Kurdî: Di Ronahiya Tecrûbeyan de Derfet, Astengî, Pêşniyar" û "Xala Hevdîtina Tecrûbeyan: Hevkarî û Pêşniyarên Nûjen" hatin nirxandin.