
Şoreşa jinê (5)
- 09:05 28 Sibat 2025
- Dosya
Têkoşîna li dijî pergalê û berxwedan
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Jinên Kurd a Azad di nirxandinên xwe yên ku wê di sedsala 21’ê bibe ‘şoreşa jinê’ de, der barê têkoşîn û berxwedanê de tespîtên girîng dike û ev perspektîfek girîng ava dike.
Di têkoşîna li dijî modernîteya kapîtalîst de jin pêşengiyê dikin. Bi şoreşa jinê ya ku wê pêk bê re, avakirina jiyaneke wekhev, azad û demokratîk hemû jinan di nokteyekê de tîne gel hev. Yek ji nîqaşên herî girîng a der barê şoreşa jinê de Tevgera Jinên Kurd a Azad dimeşîne.
Di vê beşa nivîsa xwe de em ê berxwedan û têkoşîna jinan a di sedsala 21’ê de li dijî pergalê tê meşandin bigirin dest.
Yên li dijî pergalê têdikoşin kî ne?
Pirsgirêkên şaredariyên dewletan û kapîtalîzmê ku civak aniye asta qirkirinê, bixwe rêxistinbûn û berxwedan aniye. Berxwedanên civakan a ji bo parastina hebûnê bi hezaran salane didome û bi hatina kapîtalîzmê re pêşengiya van berxwedanan hêzên dijberê pergalê dikin. Di roja îro de tevgerên femînîzm û tevgerên azadiya jinan, tevgerên ekolojîk, anarşîst, çandî, etnîk di çarçoveya hêzên li dijî pergala post-modernîstan de tên destgirtin.
Nûneriya berxwedana herî xurt
Ji gelek aliyan de li diijî krîzên ku kapîtalîzmê afirandiye têkoşîn mijara gotinê ye. Di 10 salên dawî de pêşengiya jinan di berxwedanan de hîn bêtir xurt bûye. Di çalakiyên li Tirkiye û Kurdistanê yên li dijî desthilatdariyê de Tevgera Azadiya jinên Kurd hêza sereke ye. Berxwedana jinên kurd a li Rojhilata Navîn, nûneriya herî xurt a berxwedanê ye.
Şoreşa Rojava, serhildana Rojhilat
Pêşketina têkoşîna azadiya jina Kurd a 30 salan û avakirina şoreşa jinê ya ku di Şoreşa Rojava de cih girt, bi serhildanên Rojhilat re gihişt lûtkeyê. Bêguman Rojhilat mohra xwe li sala 2022’yan xistibû bilindbûna têkoşîna jinê nîşanî cîhanê da. Ev serhildan bi qetilkirina jina Kurd a ji Seqizê Jîna Emînî dest pê kir. Bêguman li Rojhilat rabûneke bi vî rengî ya bi heybet a serhildanên jinan ku li hemû civak û cîhanê belav bû, ne tesaduf bû. Di serdemên guhertinên girîng ên civakî û şoreşgerî yên li Îranê de jin her tim aktorên sereke bûn. Her çiqas îro rejîma Îslamî ya Îranê êrîşên mezin li dijî azadiya jinê pêk anîbe jî, hêza çanda jinê di civakê de her tim diyar bûye. Û van serhildanan nîşan da ku şoreşa jinê ya ku li Rojhilata Navîn bi pêşengiya jinên Kurd dest pê kir, bandoreke çawa li cîhanê kir û dikare şoreşeke çawa bi rê ve bibe.
Pêşengên têkoşîna li dijî desthilatdariyê
Destpêka sedsala 21’ê di alî têkoşîna jinan de gelek girîng e. Şoreşên civakî yên nû nîşan dide. Li hemû cîhanê bi daxwaza mafê mirovan û demokrasiyê li dijî desthilatdariyan têkoşîn bilind bûn. Li Amerîka, Brezîlya, Misir, Lubnan, Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û gelek deverên din jinan pêşengiya van çalakiyan kir.
Di bihara Ereban de jin
Di bihara Ereban de di çalakiyên protestoyî yên 13 welatî de pêşengiya jinan bal kişand. Li Sûdanê jî pêşengiya çalakiyan jinan kir. Li Hîndistanê bi daxwaza wekheviya edaletê 5 mîlyon jinî zincîra mirovahiyê ya 620 km yî ava kir. Li Îranê di 2014’an de kampanya ‘azadiya min a veşarî’ pêk hat û piştî vê di 2017’an de çalakiyên ‘çarşema sipî’ pêk hatin. Li Suudî Erebîstanê jinan kampanya dan meşandin û gelek maf bi dest xistin. Li Lubnanê li dijî bacan jinan çalakî pêk anîn.
Li DYA’yê jin li dijî gotinên dijminê jinê û nîjadperest ên serokdewletê DYA’yê Donald Trump daketin qadan û çalakiyek mezin a protestoyî pêk anîn.
Li dijî krîza avhewayê
Li dijî krîza avhewayê û germahiya global a ji aliyê Grata Thunberg çalakî hatin destpêkirin û li 136 welatî ev çalakî pêk hatin û bi hezaran kes tevli bûn. Jin û ciwanan di van çalakiyan de cihê xwe girtin.
Destdirêjî û xizaniya jinan
Li dijî qetilkirina jinan, qedexeyên kurtaj, destdirêjî, xizaniya jinan di asta global de çalakî û protestoyên ku bi mîlyonan kes tevli bûn pêk hatin. Jinên Polonyayê li dijî qedexeya kurtajê çalakiya ‘duşema reş’ dan destpêkirin û 6 mîlyon jinî karên xwe li her qadê dan rawestandin.
Li Arjantînê li dijî qetilkirina Lucîa Perez çalakiya ‘Nî una menos’ (Wê jinek din kêm nebe) dan destpêkirin û ev çalakî li Îtalya, Ispanya, Brezîlya, Tirkiye, Peru, DYA, Meksîka û Şiliyê belav bûn.
LA Tesis û #MeToo
Zêdeyî milyonek jin li Şîliyê bi meşê hikûmeta eyaletê protesto kirin. Di 25'ê Mijdarê de bi govenda La Tesîs bi gotina 'kujer tu yî, tecawizkar î' dengê xwe ji dewletê re bilind kirin û jinên ku pêşengiya vê çalakiya li Şîliyê kirin biryara avakirina partiyê dan. Kampanyaya #MeToo (Min jî tacîz kirin) ku her diçe belav dibe, ku jinên di pîşesaziya sînemayê de dixebitin tacîzên ku li Hollywoodê hatine kirin eşkere kirin, li cîhanê bû çalakiyek bi bandor.
Berxwedana gelê herêmê
Berxwedana ku gelê herêmê ji bo parastina çand û qadên xwe yên jiyanê pêş dixe, di çalakiyên ji bo parastina jîngehê li dijî tunekirina ekolojîk tên pêşxistin, roj bi roj zêde dibe.
Di têkoşîna li dijî pergalê de ciwan
Ciwanên ku pergalên şaristaniyê ji avabûna xwe ya yekem ve bi gerontokrasiyê serdest bûne, di têkoşîna li dijî pergalê de her tim bûne hêza herî çalak. Kapîtalîzmê ji bo jiholêrakirina taybetiyên nûjen, azadîxwaz û potansiyela şoreşgerî ya ciwanan rêbazên taybet pêş xistiye.
Ji ber bêrêxistinbûn, asta çalakiyê û kapasîteya hêzên dij-pergalê ya ji bo pêşxistina sîstemeke alternatîf têr nake, beşên civakî yên ku dikarin di eniya dij-pergalê de cih bigirin ji têkoşînê tên derxistin.
Anarşîst û demokratên sosyal
Anarşîstan her çend li dijî kapîtalîzm, netewe dewlet û îndustriyalîzmê derketin jî, ji bo pêşxistina modernîteya alternatîf û civakê, ferdê anarşîst û komên xweser ên teng tercîh kirin. Sosyaldemokratên ku di teorî û çalakiyê de her ku diçe azadîxwaz bûne, bi çareseriyên xwe yên reformîst di sivikkirina krîza kapîtalîzmê de rol lîstine.
Tevgerên ekolojîst, civakên çand û olî
Tevgerên ekolojîst her çiqas li dijî endustriyalîzmê derketin jî, li hemberî hemû stûnên modernîteya kapîtalîst nikarîbûn heman helwestê nîşan bidin. Civakên çandî, olî û etnîkî yên ku li dijî modernîzm û kapîtalîzmê ne, nekarîne alternatîfek pêş bixin, dixwazin çanda xwe ya dîrokî nûjen bikin an jî berê xwe bidin jiyîn.
Tevgerên femînîst
Tevgerên femînîst ji bo analîzkirina têkiliya di navbera pergala serdest a mêr û kapîtalîzmê de zêdetir hewl dane. Lê di pêşxistina antî-modernîzmê û avakirina sîstemeke alternatîf de qels bûn. Bi piranî lêgerînên bi vî rengî, ne ku hemû civak û mêran li xwe bigire û li ser koka civakî ya dîrokî bin, projeyên utopîk, marjînal bûne. Di vî warî de têkoşîna îdeolojîk a li dijî bandorên lîberal ên di teoriyê de di têkoşîna antî sîstemê de girîng e. Her çend di zanistê de ji bo derbaskirina perspektîfa pozîtîvîst û şoreşa paradîgmayê lêgerîn hebin jî, lê pêwîstî bi şênberkirina van heye.