
ROJEVA 18'Ê ADARA 2025'AN
- 09:00 18 Adar 2025
- Rojev
* Peyama ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newroza 2014'an de gotibû "Her şer wê bibe aştî" ji bo îro perspektîfekê diafirîne.
*Cejna Newrozê ji ber ku piştî 10 salan wê dîsa li Geverê bi dirûşma "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" li Qada Eskî Cîlo bê pîrozkirin, coşeke mezin li bajêr çêkir. DÎMEN HEYE
* Dayîkên Aştiyê yên ku bi salane di nava têkoşîna aştî û azadiyê de cih digirin, tevî hemû êşên ku jiyane jî dest ji berxwedana xwe bernadin û li dora agirê Newrozê daxwazên xwe yên aştiyê diqîrin. Keve Işik û Besna Aydogan bi gotina “Bila ev Newroz bibe Newroza aştî û hêviyê” diyar kirin ku ji bo dawî li êşên dayikan bê û ji bo pêşerojeke ku her kes zarokên xwe hembêz bike ew ê têkoşîna xwe bidomînin. DOSYA
*Parlamentera DEM Partiyê Bûrcû Gul Çubuk, diyar kir ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zelal e lê rastî tên berovajîkirin
û got ku erka herî bingehîn a sosyalîstan têkoşîna li dijî şovenîzmê ya li vê erdnîgariyê ye. DÎMEN HEYE
*Jinên li Helebê têkildarî salvegera êrişên li ser Efrinê diyar kirin ku tevî ewqas balafirên şer ên Tirkiyeyê jî xelkê Efrînê li berxwe daye û gotin:"Dewleta Tirk bi koçberkirina welatiyên Efrînê û dagirkeriya wê sînordar nema lê belê ji dagirkirina Efrînê heya roja me ya îro gelek kiryarên derveyî rêzên mirovî li ser welatiyên Efrînê dide meşandin. Lê belê welatiyên Efrînê yên ku li ser axa xwe ne heya roja îro her di tekoşînê de bi israr in û bi israr inku rûmeta xwe biparêzin." DÎMEN HEYE