
ROJEVA 21'Ê ADARA 2025'AN
- 09:00 21 Adar 2025
- Rojev
* "Rola bingehîn, a parastina şoreşa Rojava ku şoreşa jinê ye, dikeve ser milê jin û jinên ciwan. Ji ber vê yekê jinên ciwan xwe birêxistin dikin da ku bibin mirovên bihêz, bi biryar, bi coş û dijwar ku dikarin hemû pirsgirêkên ku li pêşiya wan û pêşketina wan asteng dikin çareser bikin." JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
*Jinên xwedî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwazên azadiyê yên gelê Kurd derdikevin, banga tevlibûna Newrozê li hemû kesî kirin. DÎMEN HEYE
*Endama MYK ÎHD’ê Nuray Çevîrmen der barê banga ‘aştî û civaka demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de axivî û got: “Divê hemû partiyên siyasî aktîf û erênî tevi pêvajoyê bibin. Divê pêvajo di çarçoveyek polîtîkayek ku maf û azadiyan esas digire de pêş bikeve.” DÎMEN HEYE
*Ji rêveberiya Koordînasyona Kongra Star Rihan Loqo têkildarî banga "Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha got:"Ji ber ku Rêbertî berpirsiyariya doza jin û civakê hildaye ser milê xwe em jî weke jinên azadîxwaz her di nava çalakiyên xwe de banga aştî û rizgariya Rêbertî dikin. Her wiha bi banga Rêbertî ya aştî û ya 8'ê Adarê bi hezaran jin herikîn qadan û yekem daxwaza wan rizgariya Rêbertî bû." DÎMEN HEYE