Li Kuluyê Newroz hat pîrozkirin

  • 16:14 22 Adar 2025
  • Rojane
 
 
KONYA - Di Newroza ku li Kuluyê bi dirûşma "Ji bo Azadiyê Civaka Demokratîk" hat pîrozkirin, Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Mehmet Kamaç got, "Pêdiviyên banga sedsalê bi cih bînin, rêya aştî û jiyana wekhev ji vir derbas dibe." 
 
Li navçeya Kulu ya Konyayê bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Patî) bi dirûşmên “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” û “Ji bo Azadiyê Civaka Demokratîk” Newroz hat pîrozkirin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Mehmet Kamaç weke axaftvan beşdarî çalakiyê bû. Li qada pîrozbahiyê dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Be Serok Jiyan Nabe" û "Jin Jiyan Azadî" hatin berzkirin. Gel bi cil û bergên xwe yên neteweyî û alayên "Kesk, Sor û Zer" demeke dirêj govend gerand.
 
'Bersivê bidin banga sedsalê'
 
Mehmet Kamaç, diyar kir ku Newroza 2025'an wê bibe Newroza ku bi banga sedsalê hat pîrozkirin û got, "Birêz Ocalan banga sedsalê kir û got ' Ez xwedî îradeya çareseriya pirsgirêka Kurd im û ji bo vê amade me' Di pêvajoya 2013 û 2015 Pêvajoya kur li ku derê bûn îro jî li wêderê ne. Şaredariyên ku bi îradeya xwe ya azad hildibijêrin, tên desteserkirin, eger ev qeyrana siyasî neyê çareserkirin, sedema qeyranên civakî û siyasî nebûna maf û hiqûqê ye. Em di wê baweriyê de ne ku ev pêvajo wê li welat veguhere aştiyeke mayînde. Ji bo vê jî em berpirsyariya xwe bi cih tînin. Pêdiviyên banga sedsalê bi cih bînin. Rêbazên ku we bi sedsalan ceribandine tu encam nedane. Hûn nikarin bi rêbaza di destekî de gul û di destê din de xencer çareseriyê pêk bînin."
 
Pîrozbahiya Newrozê bi stranên Koma Ciwan, Hozan Kado, Devrîm Çelîk û Hozan Mîşo bi dawî bû.