
Rojnameger Nûjiyan Erhan li ser gora xwe hat bibîranîn
- 23:27 22 Adar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Nûjiyan Erhan ku di 3’yê Adara 2017’an de li Xanesora Şengalê di encama êrîşa PDK’ê de birîndar bibû û jiyana xwe ji dest dabû, li ser gora xwe hate bibîranîn.
Rojnamevan Nûjiyan Erhan 3’yê Adara 2017’an di encama êrîşa çeteyên Roj ên ser bi PDK’ê ya li hember civaka Êzidî, li ser rêya navbera Sinûn û Xanesorê de hate suîkast kirin û bi giranî birîndar bibû. Nûjiyan Erhan di 22’yê Adara 2017’an de jiyana xwe ji dest da. Ji ber keda wê ya ji bo civaka Êzidî li goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a Şengalê hate veşartin.
Nûjiyan Erhan di 8’emîn salvegera şehadeta xwe de, ji aliyê rojnamevanên Şengalê û endamên TAJÊ’ê ve li ser gora xwe hate bibîranîn.
Li ser navê ragihandina azad a jinên Êzidî Bêrîvan Çiya di bîranînê de axivî û diyar kir Nûjiyan yek ji rojnamevanên ku di dema fermanê de xwe ji çiyayên azad berda Şengalê bû û got: "Şehîd Nûjiyan ji bo rastiya civaka me û dayikên Êzidî bide xuyakirin bêtirs berê xwe da Şengalê. Di wê demê de gelek zehmetî hebûn, lê ev ji bo şehîd Nûjiyan nebûna astengî û xwe gihand Şengalê. Yek ji hedefên wê yê esasî ew bû ku jinên Êzidî li Şengalê ragihandina ava bikin. Em wek rojnamevanên jin li ser xeta şehîd Nûjiyan dimeşin."
Piştre li ser navê TAJÊ'yê Berfê Eliyas axivî. Berfê Eliyas anî ziman ku Nûjiyan keça vê civakê bû û got, "Şehîd Nûjiyan ji bo civaka me canê xwe feda kir. Em wê mîna yek ji civaka xwe dibînin û ji malbata wê re dibêjin bila dilê we rehet be, em şehîd Nûjiyan ji bîr nakin."
Bîranîn bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.