ROJEVA 23'YÊ ADARA 2025'AN

  • 09:00 23 Adar 2025
  • Rojev
 
* Yek ji rêveberên şaxa ÎHD’a Îzmîrê Gulay Gun Bîlîcî, diyar kir ku divê pratîzekirina qanûnan wek hev be û got: "Divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji mafê hêviyê sûde bigire." BI DÎMEN 
 
* Bi mîlyonan kesên ku li Qada Newrozê ya dîrokî ya Amedê pîrozbahî kirin, careke din di dîrokê de cihê xwe girt. Jinên ku tevlî Newrozê bûn gotin ji bo aştiyê divê şerê li dijî Rojava bê sekinandin û destnîşan kirin ku ji ber vê yekê gavên desthilatdariyê yên aştiyê samîmî nabînin. BI DÎMEN 
 
* Dayika Ayten Beçet a ku di 23'ê Adara 2019'an de li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anî, bal kişand ser banga "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat kirin û got, "Divê her kes li dora bangê bên gel hev." BI DÎMEN