Divê ‘Mafê hêviyê’ pêk bê!

  • 09:02 23 Adar 2025
  • Rojane
  
 
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Yek ji rêveberên şaxa ÎHD’a Îzmîrê Gulay Gun Bîlîcî, diyar kr ku divê pratîzekirina qanûnan wek hev be û got: "Divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji mafê hêviyê sûde bigire."
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 1999’an de bi komploya navneteweyî hat revandin  û anîn Tirkiyeyê. Cezayê darvekirinê dan lê di 2002’yan de bi guhertina qanûnê cezayê darvekirinê hat rakirin. Lê cezayê li Abdullah Ocalan veguhertin muebeta giran û dîsa di 2002’yan de bi guherî hat kirin mafê berdana bi şert a Abdullah Ocalan hat astengkirin. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) piştî vê astengkirinê doza hatibûvekirin de di 2014’an de ji ber binpêkirina mafê hêviyê, dijberê Tirkiyeyê biryar da.
 
Tevî biryarên DMME’yê mafê hêviyê nayê dayîn û yên herî zêde bi bandor dibin girtiyên nexweşin. Ji rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Îzmîrê Gulay Gul Bîlîcî der barê mijarê de axivî.
 
‘Cezayê mirinê pêk tê’
 
Gulay Gun Bîlîcî daxuyakirin ku mafê hêviyê mafê jiyanê ye û girtiyan bi jiyanê ve girê dide. Gulay Gun Bîlîcî anî ziman ku li Tirkiyeyê cezayên muebta giran û muebetê ne jib o kesên li dijî mirovahiyê sûc dikin, ji bo kesên ku pergala siyasî qebûl nakin tê dayîn û wiha got: “Li welat tenê ji bo kesê nêrîna wan siyastiye tecrîd tê kirin û cezayên muebetê tê birîn. Ev girtiyan heta mirinê dibe.  Mafê hêviyê ji bo pêşî li vê bigire heye. Li vî welatî ji ber fikr û nêrîn cezayên dirêj li mirovan hatine birîn. Ev ceza bi guhertina nêrînên siyasî ya desthilatdariyan diguhere. Lê heta fikrên siyasî ya desthilatdariya heyî neguhere, ev jî didome.”
 
‘Divê dest bi sererastkirinên qanûnî bê kirin’
 
Gulay Gun Bîlîcî anî ziman ku ji aliyê lîderekî partiya netewperest ve behsa mafê hêviyê kirin erêniye û balkişand ser Devlt Bahçelî û got: “Ez dixwazim bînim ku êdî çareseriyeke pêk tê. Lê ji roja komara Tirkiyeyê hatiye avakirin û dema pir partîbûnê dest pê kiriye, zîhniyet didome. Bêguman gotin anîn ziman lê plansaziya wan ya bikin pratîkê tuneye. Tenê li meclîsê axaftinek hat kirin û bi vê re aliyê din gav avêt, agirbest hat îlankirin. Ji bo veguher epÊvajoya aştiyê divê sererastkirinên qanûnî bênkirin û TBMM di vî alî de lez bide xebatên xwe.”
 
‘Mafê hêviyê herî zêde ji bo nexweşan pêwiste’
 
Gulay Gul Bîlîcî daxuyakirin ku rewşa girtiyên nexweş pir girane û got ew mafê hêviyê herî zêde jî ji bo girtiyên nexweş dixwazin û wiha dirêjî dayê: “Girtî nayên dermankirin. Nikarin xwe bigihînin mafê dermankirinê. Ji ber vê nexweşiyên wan giran dibin. Ji ber vê gelek girtî teşîsa nexweşiya wan di asta dawî de tê kirin.  Mafê hêviyê ya ji bo Abdullah Ocalan wê bandor li girtiyên din yê siyasî jî bike. Divê qanûn ji bo her kesî wekhev pêk bên.”