Peyama mîlyonan: Şer bisekinînin, aştiyê pêk bînin

  • 09:03 23 Adar 2025
  • Rojane
 
 
Rojda Aydin/Pelşîn Çetînkaya
 
AMED – Bi mîlyonan kesên ku li Qada Newrozê ya dîrokî ya Amedê pîrozbahî kirin, careke din di dîrokê de cihê xwe girt. Jinên ku tevlî Newrozê bûn gotin ji bo aştiyê divê şerê li dijî Rojava bê sekinandin û destnîşan kirin ku ji ber vê yekê gavên desthilatdariyê yên aştiyê samîmî nabînin. 
 
 
Di 21’ê Adarê de li Parka Newrozê ya navçeya Rezan a Amedê, bi tevlîbûna bi milyonan kesan pîrozbahî hat kirin.  Newroza ku di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” û “Ji bo Azadiyê Newroza Civaka Demokratîk” hat pîrozkirin, di dîrokê de bû şahide dîmenên rengîn. 
 
Piştî Newrozên 2013 û 2014’an Newroza herî qerebalix Newroza îsal bû. Bi mîlyonan kesên ku beşdarî Newrozê bûn, bi cil û bergên xwe yên neteweyî li qadê de cihê xwe girtin. Newroza îsal ji ber banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê de kir, ji Newrozên berê girîngtir û dîrokî bû. Ji ber vê yeke mîlyonan kesên ku beşdarî pîrozbahiyê bûn daxwaza jiyaneke azad û sekinandina şer kir.    
 
Peyam yek e: Ji bo aştiyê şer bisekinînin 
 
Me mîkrofona xwe dirêjî jinên ku ji gelek bajaran hatin tevlî Newrozê bûn kir. Jinan destnîşan kirin ku desthilatdar li aliyekî banga aştiyê dike û li aliyekî jî li Rojava li ser kurdan guleyan dibarînin. Jinan da xuyakirin ku ew vê nêzîkatiyê samîmî nabînin. Jinan da zanîn ku bi êrîşên li ser Rojava dixwazin kurdan bikin û diyar kirin ku ji bo aştiyekê pêk were divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe. Jinan peyama berxwedanê dan û gotin dê heta dawî xwedî doz û nasnameya xwe derbikevin.