'Me bi peyama Rêbertî Newroz pîroz kir'

  • 09:39 23 Adar 2025
  • Rojane
 
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Jinên li Taxa Şêx Meqsûdê ya Helebê tevli pîrozbahiyên Newrozê bûn diyar kirin ku Newroz wate û giyaneke nû ye û wiha gotin:"Piştî ku di 27'ê Sibatê de Rêbertî peyama aştiyê ya ji bo gel da îro bi coş û giyanek hevgirtî em bi hev re Newrozê li vir pîroz dikin. Me bi peyama Rêbertî Newroz pîroz kir."
 
Jinên li Taxa Şêx Meqsûdê ya Helebê tevli pîrozbahiyên Newrozê bûn hestên xwe anîn ziman. Jinan gotin:"Bi peyama Rêbertî coşa Newrozê hîn zêde bû."
 
'Newroz wate û giyanek nû ye'
 
Heyfa Hesen da zanîn Newroz wate û giyanek nû ye û wiha dewam kir:"Em Newroza 2025'an li hemû gelên aştîxwaz û li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz dikin. Newroz bi dîroka xwe ya berxwedanî û têkoşînê tê nasîn, lê belê Newroz îsal cuda ye. Ji be peyama Rêbertî Newroza îsal wate û giyanek nû da."
 
'Em ê dawî li sîstemên qirêj bînin'
 
Di dawiya axaftina xwe de Heyfa Hesen got:"Tekez em vê didin nîşandan ku wê Newroza îsal bibe ya aştî û xwişk û biratiya gelan. Wê carek din bihara gelan geştir bibe her wiha wê hemû herêmên me yên dagirkirî rizgar bibin û bibe hêrsa tohildanê û têkbirina siyasetên qirêj ku xwe li ser gelan didin ferzkirin."
 
'Me bi peyama Rêbertî Newroz pîroz kir'
 
Di heman demê de Nehle Mistefa jî axaftina xwe têkildarî pîrozbahiya Newrozê kir û wiha got:"Em Newroza 2025'an li Rêberê azadî û aştiyê Abdullah Ocalan pîroz dikin, her wiha li hemû girtiyên li zindanan ku aşiqê azadiyê ne jî pîroz dikin. Piştî ku di 27'ê Sibatê de Rêbertî peyama aştiyê ya ji bo gel da îro bi coş û giyanek hevgirtî em bi hev re Newrozê li vir pîroz dikin. Me bi peyama Rêbertî Newroz pîroz kir."
 
'Em li her qadê Newroza xwe geş dikin'
 
Nehle Mistefa da zanîn li her qadê Newroza xwe geş dikin û wiha pê de çû:"Îro ev roj ji bo me rojên dîrokî ne, çawa ku me bi Newrozê re roja vejînê nû kir li hember sîstemên faşizim em ê îro carek din bi peyama Rêbertî vejînê nû bikin. Îro li Rojavayê Kurdistanê gel têdikoşin û yekitiya xwe didin avakirin û li her qadê Newroza xwe geş dikin."
 
'Em dixwazin Rêberê me bi me re bijî'
 
Nehle Mistefa da zanîn ew dixwazin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rizgar bibe û got:"Em ê van rojên dîrokî bikin rojên serkeftinê. Her wiha em ê Newroza îsal bikin Newroza pêkanîna azadî û aştiyê. Em ê van salan bikin salên xelasiya ji zordariyê lê divê dewletên navneteweyî ku bi demokratikbûnê bang dikin bi erka xwe rabin û zextê li ser dewletên komploger bikin da ku Rêbertî fîzîkî rizgar bibe. Êdî dem hatiye ku Rêberê me bi me re bijî."