Bi sed hezaran kes li Newroza Stenbolê kom bûn: Rê ji Birêz Ocalan re vekin

  • 13:02 23 Adar 2025
  • Rojane
STEBOL  - Aktîvîsta TJA'yê Gultan Kişanak di Newroza Stenbolê de axivî û got, "Birêz Ocalan ji bo tifaqa Kurd-Tirk bangeke gelekî girîng kir. Êdî dema wê ye ku Enqere gavekê biavêje. Pêwîste Enqere dengê gel, dengê Rojava bibihîze. Rê li ber Birêz Ocalan veke û em pêşerojeke azad û wekhev ava bikin."
 
Newroza ku bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi dirûşma “Ji bo Azadiyê Civaka Demokratîk” tê lidarxistin, li Stenbolê dest pê kir. Serê sibê bi sed hezaran kes hatin qada Yenîkapiya ku wê pîrozbahî lê bê lidarxistin. Welatiyên ku demek dirêj li ber derî li bendê mabûn, piştî lêgerînê ketin qadê, bi deh hezaran kesên ku di destên wan de flamayên "Newroza Azadiyê" hatin qadê li ber muzîkê govend gerandin. Di demeke kin de hejmar giha sed hezaran. 
 
Li qadê dirûşmên 'Bijî Serok Apo' hatin berzkirin
 
Qad bi alên zer, sor û kesk hat xemilandin, pankarta "Em li ser banga Aştî û Civaka Demokratîk in" jî li qadê hat daliqandin. Girseyê gelek caran bê navber dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok Jiyan Nab e", "Jin, Jiyan, azadî" û "Bijî Newroz" berz kirin.
 
Pîrozbahiya Newrozê bi deqeyeke rêzgirtinê li gel dirûşma "Şehîd Namirin" dest bi pîrozbahiyê kir. Piştre Hevseroka Komîteya Amadekar axivî û spasiya beşdarbûna gel kir. Piştre Hevserokên DEM Partiyê yên bajarê Stenbolê jî gel silav kirin. 
 
Dê têkoşîn bidome
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Stnbolê Arîfe Çinar li vir axivî û got, "Em ji bo avakirina civakeke demokratîk têdikoşin. Em Newroza Birêz Abdullah Ocalan ê ku banga sedsalê kir, pîroz dikin. Banga sedsalê ya ku birêz Ocalan di 27'ê Sibatê de kir, ji bo hemû gelan e. Em ê bi hev re ji bo demokrasiya li Kurdistanê ji bo aştiya gelan têbikoşin. 
 
Hevserokê DEM Partiyê Çinar Altan jî got, "Em Newroza gelên ku têkoşîna hevpar li gel gelê Kurd ê bi rûmet pîroz dikin. Gelê me bersiva pêwîst dide dost û dijminan."
 
Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Alî Kenanoglû jî li vir axivî û got, "HDK gel e, HDK bi milyonan e û hûn nikarin HDK'ê bixin girtîgehê. Niha li dijî îradeya gelê Stenbolê operasyon tê kirin. Em her sibe li dijî darbeyê derketin. Tişta ku ji bo lihevhatinê tê kirin, em dibînin ku ji bo lihevhatinê banga aşitiyê ya ji bo birêz Ocalan e."
 
'Rê li ber Birêz Ocalan vekin'
 
Aktîvîsta TJA'yê Gultan Kişanak jî axivî û got, "Hûn îro li vir dîrokê dinivîsînin. Kurd ji her aliyî ve li ber xwe didin û daxwaza azadiya xwe dikin. Em bi her cure xerabiyê hatine ceribandin, lê me dev ji Kurdayetî û têkoşîna xwe bernedaye. Deriyên girtîgehan vekin, şert û mercên ku Birêz Ocalan banga aştî û azadiya gel bike amade bikin. Dê Birêz Oclaan rê li ber siyaseta demokratîk veke. Niha dema wê ye ku Enqere gavan bavêje. Divê Enqere dengê gel, dengê Rojava bibihîze. "Rê li ber birêz Ocalan veke û em pêşerojeke azad û wekhev ava bikin."
 
'Em li gel têkoşînê ne'
 
Piştre Parlamentera DEM Partiyê Kezban Konukçu axivî û got, "Tevî planên hilwelînê, gelê me li ber xwe da û hat roja îro. Em weke kongreya gel teqez em  vê lîstikê têk bibin. Hemû gel hemwelatiya wekhev dixwazin. Îro Ekrem Îmamoglû bi hincetên pûç hat girtin. Em li têkoşînê ne. Weke jin û ciwan teqez em ê bi ser bikevin."
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan jî axivî. Tuncer Bakirhan,  diyar kir ku Newroza îsal xwedî girîngiyeke dîrokî ye û got: “Birêz Ocalan, li dijî pergala yekperest û înkarger rêya aştiyê vekir. Birêz Ocalan, li dijî vê pergalê deriyê aştiyê û demokrasiyê vekir. Banga birêz Ocalan 85 milyon hemwelatiyan eleqeder dike. Di Banga Aştî û Civaka Demokratîk de Elewî hene, jin hene, ciwan hene, kedkar, teqawid û bindest hene. Em bi vê bangê re ne.” 
 
Berteka ji bo lihevkirina bajar
 
Di berdewamê de Tuncer Bakirhan bal kişand ser sûcdariya ji ber “Lihevkirina Bajar” û ev tişt anî ziman: “Ma tifaqa Tirkan, Kurdan, Elewiyan, jinan di hilbijartinê de kirin dibe sûc? Em kesên ji vê re dibêjin sûc şermezar dikin. Yên ku dibêjin ‘Kurd nikarin li Wanê birêve bibin, li Sêrtê birêve bibin’ niha jî dibêjin ‘Kurd nikarin li Stenbolê tifaqan çêkin û şaredaran hilbijêrin.’ Em careke din li vê qadê pratîkên ku partiya me hedef digirin, şermezar dikin. Dev ji van pratîk û gotinan berdin. Her wiha li dijî Baroya Stenbolê derbe hate kirin. Îktîdar dibêje ‘ço yê darazê di destê min de ye, kê bixwazim dê bigirim, dozan lê vekim û qeyûman tayîn bikim.’ Ma ewqas hêsan e? Bi xwedîderketina li partiya xwe em dikarin nîşan bidin ku ev yek ewqas hêsan nîne.
 
Bang ji bo Tirkiyeyê Şense
 
Ji hiqûqa xelet, demokrasî dernakeve. Ji xeletiyê rastî dernakeve. Em bang li hikûmetê dikin ku dev ji vê hiqûqa xelet berde û rêzê ji bo vîna gel bigire. Banga birêz Ocalan ji bo Tirkiyeyê şensek e. Ji bo demokratîkbûnê firsendeke. Birêz Ocalan bi banga xwe ya sedsalê re li dijî vê pergala rizî, vê aboriya têkçûyî û vê pergala ber tunebûnê deriyek vekir û rêyek nîşan da. Vaye em li vir bang li îktîdar û dewletê dikin; guh bidin vê banga sedsalê. Vê firsendê ji bo demokratîkbûnê bi kar bînin. Vê firsendê bi kompasên darazê, bi qeyûman, zextan û bi hewldana bêdengkirina muxalefetê pûç nekin.” 
 
Piştre jî peyama ku Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel ji bo pîrozbahiya Newrozê şandibû hat parvekirin. 
 
'Dema qeyûm hat tayînkirin ji bo Kurdistanê me got dê sibê li Stenbolê were wezîfedarkirin û ev jî pêk hat'
 
Piştî koma Praksisê derket ser dikê Hevşaredara Êlihê Gulîstan Sonûk a ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin axivî. 
 
Gulîstan Sonûk, diyar kir ku gelê Kurd bi bedelên giran hatiye van rojan û got, "Em ê banga Birêz Ocalan hembêz bikin û jiyaneke wekhev, aştiyane ava bikin." 
 
Piştî Gulîstan Sonuk hunermend Kadir Çat derket ser dikê.