
Pîrozbahiya Newrozê ya li Sydneyê
- 13:34 23 Adar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Pîrozbahiya Newrozê ya li Sydneyê bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna cangoriyên şoreşa Kurdistanê destpê kir. Piştre Hevserokê DKTM'ê Tîmur Tatwan, bal kişand ser girîngiya Newrozê.
Hevserokê Federasyona Civakên Kurd a Demokratîk a Awûstralya Brûsk Ayverî, jî diyar kir ku gelê Kurdistanê ji Amedê heta Urmiyê û ji Qendîlê heta Qamişloyê bi mîlyonan xwedî li banga Rêberê Gelê Kurd derketine û silav kirine. Brûsk Ayverî got, “Em weke Kurdistaniyên li Awûstralyayê dijîn Newroza Rêber Apo pîroz dikin û diyar dikin ku ji bo xurtkirina pêngava azadiyê em ê bi hesta berpirsyariyê tevbigerin.”
Peyama Rêberê Gelê Kurd a salên bihurî ya Newrozê bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" hat pêşwazîkirin. Girseya gel heta saetên dereng li dora agirê Newrozê ku ji aliyê 4 jinên ji çar parçeyên Kurdistanê ve hat pêxistin, bi gerandina govendê pîroz kirin.