
Li Ewropayê coşa Newrozê: Peyama azadî û berxwedanê hat dayîn
- 21:49 23 Adar 2025
- Rojane
NAVEDA NÛÇEYAN - Kurd û dostên wan ên li Ewropayê li gelek navendan Cejna Newrozê pîroz kirin.
Li her çar alî Ewropayê pîrozbahiyên Newrozê bi coş û tevlibûnek mezin didome. Li Fransa, Almanya û Belkçîkayê bi hezaran kes li qadên Newrozê hatin gel hev û peyama azadî û berdanê dan.
Mulhouse
DKTM Mulhouse û DKTM Strasbourgê li bajarê Mulhouse yê Fransayê Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Jin, Jiyan, Azadî", "Bijî berxwedana gerîla“ û “Bijî berxwedana Tişrînê” hatin berzkirin.
Pîrozbahiyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û peyama KCK'ê ya Newrozê bi Kurdî û Tirkî hat xwendin.
Siyasetmedar Faysal Sariyildiz weke axaftvan beşdarî çalakiyê bû, banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya "Aştî û Civaka Demokratîk" nirxand û got: “Ev bang rê li ber destkeftiyên mezin ên gelê Kurd vekir. Sedema din a vê bangê jî têkoşîna ku gelê Kurd bi pêşengiya Rêberê xwe dide ye. Rêber Apo di tevahiya jiyana xwe ya têkoşînê de behsa aştiya bi rûmet kir, îro hemû gelê Kurd li dora Rêber Apo kom bûne.”
Piştî axaftinan hunermend Zarîfe Zêrîn, Peywan Arjîn, Kewê û Îbo Qamişlo derketin ser dike, bi kilam û stranên xwe beşdaran coşandin. Koma Govendê ya Komîsyona Çandê ya DKTM ya Strasbourgê jî performansa ji gelek herêmên Kurdistanê pêşkêş kir.
Erfurt
Newroza 2025’an li bajarê Erfurt ê Almanyayê hate pîrozkirin. Pîrozbahiyê bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştre peyama Newrozê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah ocalan hat xwendin. Di şahiyê de agir hat pêxistin û li dora agir govend hat gerandin.
Hamburg
Cejna vejîna neteweyî ya gelê Kurd Newroz li bajarê Hamburg ê Almanyayê bi beşdariya hezaran bi coş hat pîrozkirin.
Pîrozbahiya Newrozê saet di 13:00 de li salona Phonix a taxa Harburgê,destpê kir.Piştre siyasetmedar Selma Irmak axivî û got: “Bi banga Rêber Apo pêvajoyeke nû destpê kir. Têkoşîna me neqediya ye. Em ê têkoşîna xwe ji niha şûnde li ser zemîna siyaseta demokratîk bimeşînin. Gelê Kurd girêdayî Rêberê xwe ye. Ev Newroz bibe Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.”
Kurdistaniyan li ber stranên hunermendê TEV-DEM'ê Ozan Umut govend gerandin. Koma folklorê ya Koma Sîpan Amara ya ku ji zarok û ciwanan pêk dihat hunera xwe pêşkêş kirin.
Nûnerê MLKP'ê yê Hamburgê jî di pîrozbahiyê de axivî û Cejna Newrozê gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn pîroz kir.Pîrozbahiya Newrozê bi berzkirina dirûşmeyan û gerandina govendê heta saetên dereng dom kir.
Rennes
Bi hezaran Kurdistanî li Parc des Gayeulles a bajarê Rennes ê Fransayê li hev civiyan û Newroz bi coş pîroz kirin. Ji Fransayê jî gelek aktîvîst û nûnerên saziyên dost jî beşdarî çalakiyê bûn.
Di pîrozbahiyê de dirûşmên “Bijî berxwedna PKK’ê”, “Bijî berxwedana Îmraliyê” û “Bijî Rêber Apo” hatin berzkirin. Hevserokê Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) Şahîn Polat di pîrozbahiyê de axivî.
Şahîn Polat diyar kir ku serketin bi têkoşînê ve girêdayî ye û got: “Eger em têbikoşin em ê bigihêjin azadiya xwe. Heta Rêbertiya me azad bibe wê ev têkoşîna me bidome. Em hem ji şer û hem jî ji aştiyê re amade ne!”
Hunermend Helbest Arî, Koma Jiyan Arjîn, Lezgîn Çîmen, Sevda û Sabir Peker bi stranên xwe beşdaran coşandin. Beşdaran li ber stranan govenda gerandin.
Stuttgart
Bi hezaran Kurdistaniyên li qada Schiller a Stuttgartê hatin ba hev û Newroz pîrozkirin. Şahî bi rêzgirtin dest pê kir. Di şahiyê de axaftin hatin kirin û hate gotin, azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya me ye.
Piştî axaftinan hunermend Birhat Kurdî, Garîp Nûrhak, Koma Jiyan, Nûarîn, Xemgîn Bîrhat û Koma Devran derketin li ser dikê.
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.
Reims
Li bajarê Reims ê Fransayê jî Newroz bi coş hat pîrozkirin. Kurdistanî û dostên wan tevlî şahiye bûn. Di şahiyê dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin. Di şahiyê de daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hat kirin.
Di şahiyê de axaftin hatin kirin û hunermend Hozan Kanî Bilal û Amara Kurdê Êzidî derketin li ser dike.
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.