
'Divê dewlet li dijî jinê berpirsyariyên xwe bîne cih'
- 09:02 24 Adar 2025
- Rojane
Melîke Aydin
ÎZMÎR - Hevseroka OHD’a Îzmîrê Leyla Çelîk der barê nîqaşên destûra bingehîn a nû de nirxandin kir û da zanîn ku divê jin tevli pêvajoyê bibin û dewlet di mijarên wekheviya zayendî û pêşîgirtina qirkirina jinan de berpirsyariya xwe bîne cih.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de bi hevkariya Heyeta Îmraliyê banga ‘aştî û civaka demokratîk’ kir. Piştî bangê guherînên destûra bingehîn dîsa hat rojevê. Di heman demê de nîqaşên ku divê rêxistinên jinan jî di xebatên destûra bingehîn a nû de, cih bigirin tên meşandin.
Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Îzmîrê Leyla Çelîk der barê mijarê de nirxandin kir.
‘Divê nêrîna rêxistinên jinan bê girtin’
Leyla Çelîk diyar kir ku destûra bingehîn a heyî destûra bingehîn a darbeya 1982’yan e û ev bersivê nade hewcedariyên Tirkiyeyê û nîqaşên destûrek bingehîn ferz e. Leyla Çelîk wiha dirêjî dayê: “Dixwazin jinan ji derveyê vê pêvajoyê bigirin. Jin destûrek bingehîn a demokratîk, azadîxwaz û wekhev dixwazin. Di vê pêvajoyê de mafê gotinê bidin rêxistinên jinan. Divê destûrek bingehîn a wekheviya zayenda civakî esas digire ya mafê jinan esas digire bê avakirin."
‘Divê qetilkirina jinan sûcê mirovahiyê be’
Leyla Çelîk daxuyakirin ku destûrek bingehîn a wekheviya zayendî esas digire divê pêk bê û divê dewlet berpirsyariyên xwe binê cih. Leyla Çelîk wiha anî ziman: “Weke jin em di wê baweriyê de ne ku divê mafên jinan di mijara qetilkirin û tundiya li ser jinan de, bikeve bin ewlehiyê. Em garantiya Destûra Bingehîn dixwazin ku bi awayekî aktîf van erkên dewletê bi cih bîne û çavdêriyê bike û dem bi dem rêziknameyên nû çêbike. Divê dewlet ji bo pêşîgirtina li tundiya li ser jinê erka tedbîrê bigire. Divê her cure şîdeta li ser jinê, kuştinên namûsê, tundiya nav malê û kuştin weke sûcên li dijî mirovahiyê bên qebûlkirin û di vê çarçoveyê de rêziknameyên destûrî bên çêkirin.”
‘Divê sererastkirin bên kirin’
Leyla Çelîk anî ziman ku ji bo jin tevli jiyana xebatê bibe divê sererastkirinên ewlehiya destûra bingehîn bên kirin û ev nirxandin kir: “Divê rêgeza mûçeyê wekhev, karê wekhev esas bê girtin. Divê mafê welidîn û dayikbûnê ya jinan bikeve bin ewlehiyê. Divê hem di qada cemawerî de hem jî di sektora taybet de kreş û xizmetên lênerînê bên zêdekirin. Bi zêdekirina van sererastkirinan jin dikarin zêdetir di jiyana xebatê de cih bigirin.”
‘Divê nûneriya wekhev bikin bin ewlehiyê’
Leyla Çelîk balkişand ser tevlibûna jinan a jiyana siyasî û wiha dirêjî dayê: “Ji bo jin aktîf tevli jiyana siyasî bibin divê sererastkirin bên kirin, bên teşwîqkirin. Her wiha ewlehiya destûra bingehîn a mafê rêxistinbûna jinan jî ferz e. Divê ji bo rêxitsibûna jinan piştgirî bê dayîn. Divê mafê rêxistibûna jinan bê parastin. Her wiha mafê perwerdehî û tenduristiya jinan jî divê bikeve bin ewlehiya destûra bingehîn. Ligel vê divê Peymana Stenbolê bikeve meriyetê û qanûna 6284'an bi awayekî bi bandor pêk bê.”