Bi wêneyan reng û gotinên moxra xwe li Newrozê dan
- 09:47 24 Adar 2025
- Rojane
Rozerîn Gultekîn
STENBOL - Li Stenbolê peyama bi milyonan azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocaalan bû û vê di wêneyên ku hatin girtin de xwe da nîşandan.
Agirê Newrozê ku li navçeya Licê ya Amedê di têkoşîna azadiya gelê Kurd de xwedî cihekî dîrokî ye, di 12'ê Adarê de li her derê bi taybet li Kurdistanê belav bû. Fînala pîrozbahiya Cejna Newrozê ku li gelek navendan ji aliyê hezaran ve bi dirûşma "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" û "Ji bo Azadiyê Civaka Demokratîk" hat pîrozkirin, li Stenbolê hat dayîn. Gelê ku qada Yenîkapiyê bi cil û bergên xwe yên neteweyî û rengên ên "kesk, sor û zer" tije kir, Newroz bi coş pîroz kir.
Nêzî 10 milyon kes tevli pîrozbahiyê bû
Newroza ku nêzî 1 milyon kes beşdar bûn, bi coşa xwe bala hemû kesî kişand. Gelê ku banga sedsalê ya ku di 27’ê Sibatê de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat dayîn hembêz kir, ji bo azadiya Abdullah Ocalan carekedin bang li îqtîdarê kirin.
Gel herikî qada Newrozê
Girseya gel a ber bi qada Newrozê ve saet di 10.00’an de bi rêzgirtina ji bo têkoşerên azdiyê dest pê kir. Girseya ku li qadê kom bû bi dirûşmên “Bê Serok Apo Jiyan nabe”, “Bê Serok Jiyan Nab e”, “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî Newroz” coş, daxwaz û israra xwe ya ji bo azadiyê careke din anî ziman.
Abdullah Ocalan axivî, qada Newrozê guhdar kir
Di vê kêliyê de gelê ku tu carî dest ji qîrîna dirûşm û tilîliyan berneda di dema axaftina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bêdeng bû. Welatiyên ku bi îşaretên serkeftinê li qeyda deng guhdarî kirin bi dirûşmên "Bijî serok Apo" deng pêşwazî kirin.
Ciwanan wêne û gotinên Abdullah Ocalan hembêz kir
Li qada Newrozê bi dirûşma "Bijî Serok Apo" ji aliyê milyonan ve posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin. Ciwanan pankartên “Ciwan hem ji şer û hem jî ji aştiyê re bi Rêber Apo re amade ne” û “Wek çiruskek ji ağir me bi ronahiya te xwe nas kir” di newrozê de cih girtin.
Rojeva Newrozê Abdullah Ocalan bû
Siyasetmedar, nûnerên STK û kesên li qada Newrozê axivîn, rojeva hemûyan yek bû. Her wiha hate destnîşankirin ku banga Abdullah Ocalan şansek e û ji bo pêvajo bimeşe divê şert û mercên Abdullah Ocalan bên sererastkirin û azadiya wî ya fîzîkî bê misogerkirin. Di axaftinan de bal hat kişandin ser tifaqa Kurd-Tirk, pêwîstiya têkoşîneke civakî hate destnîşankirin. Aktîvîsta TJA'yê Gultan Kişanak a ku di Newrozê de axivî jî got, "Rê li ber Birêz Ocalan vekin ku em pêşerojeke azad û wekhev ava bikin."
Wêneyên girîng ên Nowrozê ku ketin ber qadraja me ev in: