Li Cizîrê jinek hat qetilkirin

  • 16:06 24 Adar 2025
  • Rojane
 
   
ŞIRNEX - Li Cizîrê mêrê bi navê Abdûlkerîm Elgûn Nesîbe Elgûn a ku pê re hatibû zewicandin qetil kir. 
 
Mêrê bi navê Abdûlkerîm Elgûn ê li gundê Xirabreşkê yê navçeya Cizîr a Şirnexê  dijî Nesîbe Elgûn a ku pê re hatibû zewicandin qetil kir. Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê tespît kirin ku Nesîbe Elgûn jiyana xwe ji dest daye. 
 
Cenaze ji bo otopsiyê birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê der barê kiryarê ku piştî bûyerê reviya de lêpirsîn da destpêkirin.