
Ciwanan pêşnûmeya destura bingehîn protesto kirin
- 17:43 24 Adar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li dijî pêşnûmeya destura bingehîn a rêveberiya demkî ya Şamê çalajiya protestoyî pêk anîn.
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê bi armanca Pêşnûmeya Destura Bingehîn a ku desthilatdariya Şamê pêşkêş kiriye, protesto bikin meşek pêk anîn. PiştÎ meşÊ daxuyaniyek hat dayîn û hat diyarkirin ku pêşnûme bendewariyên gel temsîl nake û pergala despotîk bi formatek nû zindî dike. Her wiha hat diyarkirin ku divê ciwan ji her qadê tevli bibin û hat gotin ku ew desturek bingehÎn ya mafên gelan nabîne qebûl nakin.