
Ji 59 baroyî daxauyanî: Mafê hilbijartinê ji holê hatiye rakirin
- 22:33 24 Adar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- 59 baroyî der barê rêvberiya baroya Stenbolê ku ji peywirê hatiye girtin û lêpirsîna li ÎBB’ê hatiye vekirin daxuyanî da û diyar kir ku mafê hilbijartinê bi fîîlî ji holê hatiye rakirin û wih agot: “Em li dijî pergala dijhiqûqiyê serî natewînin. Em ê nirxên demokratîk biparêzin.”
59 baroyî der barê rêvberiya baroya Stenbolê ku ji peywirê hatiye girtin û lêpirsîna li ÎBB’ê hatiye vekirin, binçavkirin û girtinan de daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Mafê hilbijartinê bi awayekî fîîlî ji holê hatiye rakirin. Hiqûq tune hatiye hesibandin. Em li dijî pergala dijhiqûqiyê ya ku tê xwestin bê afirandin serî natewînin. Em ê nirxên demokratîk biparêzin.”