
Şandeya DEM Partî û DBP’ê serdanên li Başûrê Kurdistanê didomîne
- 21:24 26 Adar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya DEM Partî û DBP’ê di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Silêmaniyê de bi rayedarên Berey Gelê re hevdîtin kir.
Di çarçoveya serdanên rêxistin û partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê de, Şandeya DEM Partî û DBP’ê piştî serdana xwe ya Tevgera Helwest, li bajarê Silêmaniye serdana Eniya Gel (Berey Gel) kir.
Şande ji aliyê Berdevkê Eniya Gel Bextiyar Şaweys û endamên wê Dr. Soran Cemal Tahîr, Rêbwar Caf, Dr. Ehmed Fatîh û Lawên Azad ve hat pêşwazîkirin.
Piştî hevdîtinê Berdevkê Eniya Gel Bextiyar Şaweys têkildarî hevdîtina her du aliyan daxuyaniyek da çapemeniyê û tê de ev tişt got; “Me dîsa piştgiriya xwe ya serdana şandeyê nîşan da û me tekezî bi serxistina pêvajoya çareserî û aştiyê kir. Em di wê baweriyê de ne ku ev pêvajoye gelek girîng e û di nava 50 salên borî de tu derfeteke wiha nehatiye pêşiya Kurdan. Serkeftina pêvajoya aştiyê ne tenê ji bo Bakurê Kurdistanê lêbelê ji bo tevayî Kurdistanê gelek girînge.”