TJA: Bi ruhê 8'ê Adarê û Newrozê tevlî çalakiyên 4'ê Nîsanê bibin

  • 14:41 29 Adar 2025
  • Rojane
 
AMED - TJA'yê bi wesîleya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşma "Em bi civaka demokratîk ber bi azadiyê ve dimeşin" bang li hemû jinan kir ku dakevin qadan.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma "Em bi civaka demokratîk ber bi azadiyê ve dimeşin" bang li hemû jinan kir ku 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke xala şoreşê ya lêgerîna azadiyê ya jinan were dîtin, dakevin qadan.
 
Di vê çarçoveyê de çalakiyên ku bên lidarxistin wiha hat rêzkir; 
 
* Di navbera 1-4'ê Nîsanê de li hemû bajaran ji bo xwedî li derketina xweza û axê wê şitil bên çandin.
 
* Ji bo bilindkirina berxwedana 8'ê Adarê û coşa Newrozê ya 4'ê Nîsanê wê şahî bên lidarxistin.
 
* Di 3'yê Nîsanê de dê li Rihayê li qada mîhrîcanê kon bê vedan. 
 
* Di 4'ê Nîsanê dê bi pêşengiya jinan ji Halfetiyê heta Amarayê bimeşin. 
 
TJA'yê bang li hemû jinan kir ku beşdarî van çalakiyan bibin û hatina biharê bi azadiyê tacîdar bikin û tevkariyê li avakirina aştiyeke bi rûmet bikin.