Li Îmraliyê hevdîtina cejnê hat kirin

  • 17:39 31 Adar 2025
  • Rojane

 
NAVENDA NÛÇEYAN - Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş bi boneya Cejna Remezanê bi xizmên xwe re hevdîtin kirin.  
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin, bi boneya Cejna Remezanê bi malbatên xwe re hevdîtin kirin. Hat zanîn ku birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û biraziyê wî Omer Ocalan, birayê Konar, Alî Konar, birayê Yidirim,  Polat Yildirim û xwişka Aktaş, Sabîha Aktaş çûne hevdîtinê.