
Ji bo Newroza Frankfurtê amadekarî didomin
- 21:33 26 Adar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokên FCDK-KAWA Kerîme Barçin û Mehmet Çopan û hevserokê KON-MED’ê Kerem Gok serdana malbat û esnafan kirin û banga tevlîbûna Newroza Frankfurtê kirin.
Hevserokên Federasyona Civakên Demokratîk ên Kurdistanî (FCDK/KAWA) Kerîme Barçin û Mehmet Çopan û hevserokê Konfederasyona Civakên Kurdistanî li Almanyayê (KON-MED) Kerem Gok ji bo Newroza mezin ku wê di 29’ê Adara 2025’an de li bajarê Frankfurt a Almanyayê bê lidarxistin, serdana malbat û esnafan kirin û banga tevlîbûna Newroza Frankfurtê kirin.
Di serdanên li Russelheim, Mainz ve Wiesbadenê de balkişandin ser yekîtî û piştevaniyê ya Newrozê. Di çarçoveya Newroza navend Almanyayê de wê sibê li Darmstadê, roja Înê jî wê li Frankfurt û Hanauyê bi malbat û esnafan re li hev bicivin.
Hevserokan bang li her kesî kirin ku tevlî Newroza Frankfurtê bibin ku çalakiyên çandî yên cuda, axaftin û stranan were lidarxistin.