
2 rojnamevan jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin
- 11:15 28 Adar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Enqere û Stenbolê di serdegirtinên malan de rojnamevan di nav de, gelek kes hatin binçavkirin.
Li Stenbol û Enqereyê îro jî bi ser gelek malan de hate girtin. Di serdegirtinên malan ên li Stenbolê de nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) Elîf Baybûrt û nûçegihana Rrojnameya Evrenselê Nîsa Sûde Demîrel hatin binçavkirin.
Rojnamevan birin Midûriyeta Emniyetê ya bajar. Her du rojnamevanan jî çalakiyên protestoyî yên li dijî lêpirsîna têkildarî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê dişopandin.
Her wiha li Enqereyê jî bi ser gelek malan de hate girtin. Hat zanîn ku di serdegirtinên malan de xwendekar jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.