
ROJEVA 31'Ê ADARA 2025'AN
- 09:00 31 Adar 2025
- Rojev
* Rêvebera ÎHD’a Wanê Ayten Kiran, da zanîn ku piştî banga sedsalê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 27’ê Sibatê de kiribû, divê dewlet gavê bavêje û wiha got: “Divê azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan pêk bê. Divê şert û merc pêk bên ku pêvajoya aştiyê bê meşandin. BI DÎMEN
* Jinên Rihayê derbarê 76’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku wê îsal li Amarayê pêk bê de axivîn û gotin ew amade ne û hemû kesî vexwendiyê pîrozbahiyê dikin. Jinên Rihayê wiha gotin: “Werin em bi hev re bi felsefeya ‘jin jiyan azadî’ bimeşin Amarayê.” BI DÎMEN