Ji bo 4’ê Nîsanê bang: Em bi felsefeya ‘jin jiyan azadî’ bimeşin Amarayê

  • 09:03 31 Adar 2025
  • Rojane
RIHA - Jinên Rihayê derbarê 76’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku wê îsal li Amarayê pêk bê de axivîn û gotin ew amade ne û hemû kesî vexwendiyê pîrozbahiyê dikin. Jinên Rihayê wiha gotin: “Werin em bi hev re bi felsefeya ‘jin jiyan azadî’ bimeşin Amarayê.”
 
Ji bo 76’emîn Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Xelfetiyê ku hatiye dinê wê bi bernameyên cuda pîrozbahî pêk bê. Di çarçoveya bernameyan de wê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê ji Amedê ber bi Amarayê ve meşekê pêk bîne. Seranserê rê wê bernameyên cuda jî pêk bên. Îsal bernameyên 4’ê Nîsanê wê li dora banga sedsalê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de kiriye bên gel hev.
 
Jinên Rihayê diyar kirin ku ew ji bo 4’ê Nîsanê amade ne û banga tevlibûna bernameyan kirin.
 
‘Bila 4’ê Nîsanê bibe roja azadiyê’
 
Dayika Aştiyê Meyaser Korkmaz daxuyakirin ku 4’ê Nîsanê ne tenê rojbûneke, rojbûna mîlyonane û wiha vegot: “Em dixwazin aştî û azadî li Rojhilata Navîn pêk bê. Em dixwsazin ku gelê me rabe ser piyan û li pêş jî jin hebin. Em ê tax bi tax, kolan bi kolan bigerin û gel 4’ê Nîsanê de vexwendî bikin. 4’ê Nîsanê roja rojbûna serokatiya me ye. Lê ji bo me bi hezaran wateyên wê hene. Em dixwazin aştiyê ava bikin. Hêviya me eve ev rojbûn bibe wesîleya aştiyê. Bila tecrîda li ser serokatiya me bê rakirin. Êdî bes e. Divê em derfetên li pêş xwe binirxînin. Em şer bidawî bikin û azadiyê bînin. Em bang li hemû kesî dikin. Werin em 4’ê Nîsanê ligel hev bin.”
 
Banga sedsalê ya 27’ê Sibatê
 
Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Seveda Çelîk Ozbîngol, banga 27’ê Sibatê hatiye kirin bibîr xist û wiha dirêjî dayê: “Banga sedsalê ya 27’ê Sibatê ji bo hemû hemûyan hat kirin. Di vê esasê de berpirsyariyên me wek jin û civakê heye. Niha 4’ê Nîsanê li pêş me ye. WAteya manewî ya 4’ê Nisanê di avakirina pêşeroja demokratîk de girînge.Em vê pêvajoyê watedar dibînin. 4’ê Nîsanê Rojbûna Birêz Abdullah Ocalan watedare û ji bo mezinkirina pêvajoyê girînge. Divê her kes xwedî li pêvajoyê derkeve. Bi taybet jî jin. Em bang li hemû jinan dikin ku banga sedsalê mezin bikin û li qadan bin.”
 
Roja nasname-hebûnê
 
Hevseroka DBP’a Navendê Sîbel Sutpak jî ev tişt vegot: “Rojbûn carekê ye lê em Kurd vê du caran dijîn. Ya yekemîn biyolojîk ya duyem jî ya nasnameyê ye. Yanî j tunebûnê hebûne. Ev jî bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çêbû. Em ê ji ber vê 4’ê Nîsanê de li Amarayê bin. Em ê darên zeytunan biçînin. 3’yê Nîsanê de jî wê festîval hebe. Wê 4’ê Nîsanê bi tevlibûna navenda giştî rojbûna Birêz Ocalan bê pîrozkirin. Madem gav hat avêtin divê tecrîd bê bidawîkirin. Daxwaza me ev e ku Birêz Ocalan 4’ê Nîsanê de li gundê xwe Amarayê be.”
 
Ji bo Amarayê vexwendî
 
Endama Meclîsa Şaredariya Curnê Reş Hatîce Goktepe jî wiha vegot: “4’ê Nîsanê rojbûna Birêz Abdullah Ocalane. Em hemû gelê xwe vexwendiyê pîrozbahiyan dikin. Abdullah Ocalan diyariya herî xweş ya daye jinan ‘felsefeya jin jiyan azadiye’.Bi wê felsefeyê têkoşîna jinên Kurd li cîhanê deng da. Em di xeta wê felsefeyê de têkoşîna xwe didomînin. Em xwedî li banga serokatiyê derkeve. Em hemû gelê xwe vexwendiyê Amarayê dikin.”