li Iraqê bi sedan zarokî ji ber mayînan jiyana xwe ji dest dane

  • 18:16 7 Nîsan 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Nûnera UNICEF a Iraqê ragihan li Iraqê ji ber mayîn û bermahiyên şer 314 zarokî jiyana xwe ji dest dane an jî birîndar bûne.
 
Ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY), 4’ê Nîsanê weke Roja Hişyariya Mayînan a Navneteweyî hatiye îlankirin û bi vê boneyê Nûnerê UNICEF ê Iraqê daxuyaniyek da. NY ragihand ku her salê nêzî 20 kesî ji ber teqîna mayîna tên kuştin yan jî seqet dibin û qûrbaniyên vê ji 5’an 1 jê zarokin.
 
Nûnera Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî ya Iraqê (UNICEF) Sandra Lattouf derbarê mijarê daxuyaniyek da û got: “Mafê her zarokekê heye bi ewelekî û aramî ji mayîn û paşmayên teqemenî yên şer dûr bijî. Ev xeter ne tenê di warê fîzîkî de, heman demê ji bo zarok li jîngehek ewle bilîze û fêr bibe jî astenge.”
 
Rêveberê Bernameya Servîsa Çalakiyên Mayînan a Neteweyên Yekbûyî (UNMAS) a Iraqê Pehr Lodhammar anî ziman ku qirêjî yek ji astengiyên li pêşiya pêşketinê hê jî dibe asteng û destnîşan kir ku wê UNMAS piştevaniya xwe ya ji bo hikûmeta Iraq û Midûryeta Çalakiya Mayîna (DMA) a paqijkirina bejahî û vegera bi ewle dewam bike.
 
Li gorî texmînan li Iraqê li bejahiyeke 2 hezar û 700 kêlometre gelek cûreyên teqemeniyan heyen. Ev yek li gel qirêkirina zêde û xeteriya li pêşiya jiyana rojane, di warê pêşketina aboriyê de jî astengiyeke cidî ye.