Dayikên Şemiyê: Bendan rakin bila qad bê vekirin

  • 13:57 26 Nîsan 2025
  • Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya 1048'an a çalakiya xwe de aqûbeta Kadrî Keremoglû pirsîn û xwestin astengiyên li Qada Galatasarayê ku cihê bîranînê ye bên rakirin.
 
Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê ku her hefte li Qada Galatasarayê tên cem hev, çalakiya xwe ya 1048'an li dar xistin. Dayikên Şemiyê bi wêneyên xizmên xwe yên di binçavan de hatin windakirin û qurnefîlên di destên wan de bûn li Qada Galatasarayê hatin cem hev û aqûbeta Kadrî Keremoglû yê ku ji 14'ê Nîsana 1995'an ve aqûbeta wî nayê zanîn pirsîn. Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, Seroka ÎHD'ê Een Keskîn , Baroya Stenbolê, Seroka  ÎHD'ê ya Stenbolê û gelek aktîvîstên mafên mirovan jî beşdarî çalakiyê bûn. Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê xizmê winda Jiyan Tosun ve hate xwendin.
 
Ji aliyê çeteya JÎTEM'ê ve hat revandin
 
Jiyan Tosun pêşî xwest li gorî biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn astengiyên polîsan ên li qadê bên rakirin. Jiyan Tosun da zanîn ku piştî malbata Keremoglû bûye hedefa çeteyên JÎTEM'ê, Kadîr Keremoglû di 14'ê Nîsana 1995'an de li navenda bajarê Wanê bi Torosa Spî ya bi plaqeya 01 EA 600 hatiye revandin û careke din agahî jê nayê girtin û got ku bila gora Kadîr Kermoglu bê aşkerekirin.
 
Serokê Baroyê: Em li cem Dayikên Şemiyê ne
 
Serokê Baroya Stenbolê Îbrahîm Ozden Kaboglû ku beşdarî daxuyaniyê bû got, "Em êşa Dayikên Şemiy parve dikin. Weke rêveberiya Baroya Stenbolê em li cem Dayikên Şemiyê ne.  Em bêmqanûniyên ku tên kirin qebûl nakin."
 
Astengan rakin û meydanê vekin
 
Paşê ji  xizma windayan Îkbal Eren axivî û bertek nîşanî qedexekirina qada Galatasarayê da û got, "Em li edaletê digerin û ji bo hezkiriyên xwe em dixwazin bêndên li qadê bên rakirin."
 
Nameya ku malbata Kadrî Keremoglu şandibû  ji aliyê endamê ÎHD'ê  Osman Îşçî ve hat xwendin.
 
Çalakiyê piştî qurnefîlên ku li qada hatibû dorpêçkirin hatin danîn bi dawî bû.