Encamnameya Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî aşkera bû

  • 15:34 26 Nîsan 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Encamnameya Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê hate ragihandin. Li gorî encamnameyê dê heyetek were avakirin.
 
Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bi tevlîbûna zêdetirî 400 kesan ji Rojava, Bakur û Bakurê Kurdistanê, kesayetên ji deverên cuda yên Sûriyeyê li Parka Azadî ya li bajarê Qamişloyê îro pêk hat. Encamnameya Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê  hate ragihandin. 
 
Endama Desteya Serokatiya PYD’ê Foza Yûsif û Serokê ENKS’ê Mihemed Îsamîl encamname xwendin.
 
Encamname wiha ye:
 
“Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê di 26'ê Nîsanê 2025'an de li bajarê Qamişlo piştî diyalogên demdirêj û hewldanên spasdar ji heval û birayan ve, bi beşdariya partiyên kurdî, rêxistinên civaka sivîl, tevgera jinan, rêxistinên jinan û çalakvanên civaka Kurd ên serbixwe ji herêmên cuda yên kurdî li Sûriyeyê, bi armanca pejirandina dîtineke yekgirtî ya kurdî li ser avakirina Sûriyeyeke nû û beşdarbûna di teşedana siberoja wê û çareserkirina pirsgirêka kurdî de, di vê qonaxa girîng a dîroka Sûriyeyê de, piştî hilweşîna rejîma zordar a li Şamê di 8'ê Kanûna Pêşîn a 2024'an de, ev rejîma ku azadî û rûmeta gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên wê yên neteweyî, olî û civakî binpê kirin û welat li seranserê erdnîgariya Sûriyeyê wêran kir û bi milyonan ji gelê wê kuştin, koçber û penaber kirin û her çend gelê Sûriyeyê ji bo hilweşandina wê rejîmê û bidawîkirina zordariya wê û bidestxistina azadî û rûmeta xwe qurbanî pêşkêş kirin, gelê Kurd li Sûriyeyê jî di rûbirûbûna wê rejîmê de gelek qurbaniyên mezin û bi hezaran şehîd dan. Gelê Kurd bi dehan salan tê koşiya da ku zordariya neteweyî ji ser xwe rake û mafên xwe yên neteweyî bi dest bixe, her dem têkoşîna xwe ya neteweyî bi têkoşîna xwe ya nîştimanî ve girê da, ji bo avakirina sîstemek demokratîk a piralî li Sûriyeyê.
 
Li ser bingeha berpirsyariya dîrokî û bersivdayîna pêdiviyên qonaxa niha, avakirina dîtineke siyasî ya hevbeş a kurdî ku îradeyeke kollektîf û projeyeke rastîn ji bo çareseriyeke dadmend ji bo pirsgirêka kurdî li Sûriyeyê wek dewleteke demokratîk û nenavendî nîşan bide.
 
Beşdaran dîtina hevbeş a kurdî ya ku ji konferansê re hate pêşkêşkirin, wek belgeyeke damezirîner ku îradeyeke kollektîf diyar dike û nêzîkatiyeke rastîn ji bo çareseriyeke dadperwer û berfireh ji bo pirsgirêka Kurd di çarçoveya Sûriyeyeke yekgirtî de, bi nasnameya xwe ya piretnîk, pirolî û pirçandî û pirneteweyî ku destûra wê mafên neteweyî yên gelê Kurd garantî dike, pabendî peyman û rêkeftinên navneteweyî yên mafên mirovan e, azadî û mafên jinan diparêze û dihêle ku ew bi bandor beşdarî hemû saziyên siyasî, civakî û leşkerî bibin, pejirand.
 
Bi pejirandina vê dîtina hevbeş a Kurdan, konferans daxwaza pejirandina wê wek bingeheke ji bo diyaloga neteweyî dike, çi di navbera hêzên siyasî yên Kurd bi xwe de be, çi jî di navbera wan û rêveberiya nû ya li Şamê û hemû hêzên din ên neteweyî yên Sûriyeyê de be. Ew beşdarî avakirina Sûriyeyeke nû dibe ku hemû gelê xwe di nava xwe de bigire, bêyî ku yek ji pêkhateyên wê ji holê rake yan jî paşguh bike, dûrî zîhniyeta yekalî di raman û pratîkê de û ku rûmet û mafên wan bi destûrî bêyî tu cure cudakariyê biparêze û Sûriye rêzê li têkiliyên xwe yên herêmî û navneteweyî bigire û faktoreke aramî û ewlehiyê li herêmê be.
 
Di encamê de, konferansê biryar da ku di zûtirîn demê de şandeyeke hevbeş a kurdî ava bibe da ku li ser bingeha pêkanîna vê dîtinê ji bo rastiyeke siyasî bixebite û bi aliyên peywendîdar re dan û standinê bike û diyalogê bike da ku bigihêje naveroka wê û mîsoger bike.”