
Li Cizîrê civîna jinan a rêveberiyên herêmî hat lidarxistin
- 13:04 27 Nîsan 2025
- Rojane
ŞIRNEX - Jinên DEM Partiyî yên di rêveberiyên herêmî de cih digirin, bi dirûşma “Jin jiyan e jiyan xwerêveberin e” civiyan.
Jinên DEM Partiyî yên ji bo rêveberiyên herêmî hatine hilbijartin, li navçeya Cizîrê ya Şirnexê civiyan. Jin, li Şaredariya Cizîrê bi dirûşma “Jin jiyan e jiyan xwerêveberin e” civiyan û dê xebatên salekê bên nirxandin. Di heman demê de hevşaredarên jin ên navçeyên Sêrt, Mêrdîn û Şirnexê û endamên meclisan ên jin jî tev li bûn.
Civîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin, axivî. Devrîm Demîr, diyar kir ku di nava salekê de jin bi têkoşîneke mezin xwedî li destkeftiyan derketine. Devrîm Demîrê got ku di mijara xizmetê de hewldanên pir mezin hene û ev tişt anî ziman: “Armanca me ne ew e ku em bi zîhniyeteke klasîk şaredariyan birêve bibin. Em dixwazin vê zîhniyetê derbas bikin û şaredariya li ser hişmendiyeke ekolojîk, demokratîk û azadiya jinê bixin meriyetê. Em li gel wê ne ku tevahiya civakê beşdarî rêveberiyên herêmî bibe. Hêz û dînamîka vê modelê jî hevalên jin in.”
Piştî axaftinan, civîn ji çapemeniyê re girtî domiya.