
Rojnameger Ceren Kaynak Îskît jiyana xwe ji dest da
- 21:42 27 Nîsan 2025
- Rojane
ENQERE- Rojnameger Ceren Kaynak Îskît ku nexweş ket û rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Li Enqereyê rojnameger Ceren Kaynak Îskît ku saetên sibehê de nexweş ket û rakirin nexweşxaneyê di 36 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.Ceren Kaynak Îstîk ku rakirin
nexweşxaneya Başkent, hat tespîtikrin ku enfeksyona grîbal li bedena wê belav bûye. Ceren Kaynak Îstîk ku rakirin beşa giran, ji ber qelsiya organan saetên êvarê de jiyana xwe ji dest da.
Komeleya Rojnamegerên Hevdem (ÇGD) ya Enqereyê daxuyaniyek da û got: “Em ji ber mirina hevpîşeya xwe Ceren Kaynak Îstîk gelek xemgînin. Tevî hemû zor û zehmeteiyan tu carê dest ji pîşeya xwe bernde. Em soza xwe ya ji bo bîranîna wê didin. Agahiyên der barê cenazeyê de diyar bibin em ê parve bikin.”
Der barê Ceren Kaynak Îstîk de
Di 2014’an de wek nûçegîhana nûçeyên derve li Londonê dest bi pîşeyê kir. Nûçeyên wê di Sendika.org, Euronews, Turkey recap, Kısa Dalga û Gazete Solfasol de hatin weşandin. Di Koalîsyona Jinan a di Rojnamegeriyê de wek Kordînatoriya Lêkolînê parêzvaniya mafê rojnamegerên jin kir. Di zanîngeha Başkentê de lîsansa fakulteya zanîn û belgeyê, li zanîngeha Greenwich Sinematografi û beşa Post Produksiyonê de jî perwerda lîsansa bilind temam kir. Herî dawî di kanala You tube de bi îngîlîzî der barê rojeva Tiriyeyê de gotûbêj dikir.