Rojnamevan Ceren Kaynak Îskit hat oxirkirin

  • 20:10 28 Nîsan 2025
  • Rojane
ENQERE - Rojnamevan Ceren Kaynak Îskit ku duh sibê li Enqerê nexweş ket û rakiribûn nexweşxaneyekê, di 36 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Ceren Kaynak Îskit îro ji aliyê hevkarên xwe ve ber bi rêwîtiya xwe ya dawî ve hate oxirkirin.
 
Rojnamevan Ceren Kaynak Îskit duh danê sibê birin Nexweşxaneya Başkentê. Hat dîtin ku enfeksiyona gripê li seranserê laşê wê belav bûye. Ceren Kaynak Îskit duh êvarê ji ber têkçûna pir organan jiyana xwe ji dest da. 
 
Rojnameger Ceren Îskit Kaynak bi beşdariya Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firat (DFG), DÎSK-Basîn Îş, Platfroma Jinan a Enqereyê, Hevserokên DEM Partiya Enqereyê û gelek hevrêyên xwe hat oxirkirin.