
Li Helebê hemleya paqijiyê
- 15:21 29 Nîsan 2025
- Rojane
HELEB - Bi hatina roja karkerên cîhanê şaraderiya gel a bajarê Helebê hemleya paqijiyê da destpêkirin. Elîf Hesen Hevseroka Meclisa Ş.Cengîz ya taxa Eşrefiyê wiha got:"Em roja karkerên cîhanê li hemû karkeran pîroz dikin, xebatkirina bi hev re wateya vê rojê zindî dihêle"
1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê ye. Bi vê wesîleyê Şaraderiya Gel a bajarê Helebê bi dirûşmeya "Em bi hev re taxa xwe paqij bikin" dest bi hemleya paqijiyê kir. Hemle li ser her sê taxan hat destpêkirin. Hemû endamên meclis, komîn û dezgehên taxê tevlî bûn û taxên xwe paqij kirin.
Hevseroka Meclisa Ş.Cengîz ya taxa Eşrefiyê Elîf Hesen têkildarî tevlîbûna wan a nava hemleyê axaftina xwe ji ajansa me re kir û wiha got:"Em roja karkerên cîhanê li hemû karker û xebatkaran pîroz dikin ji bo ku em taaxên xwe paqij bikin me ev piroje da destpêkirin û îro jî em weke karker bi Şaraderiya gel re dibin alîkar."
Di dawiya axaftina xwe de wiha Elîf Hesen got:"Em derbasî sûkên sebzeyan bûn. Me ne tenê paqij kir lê belê me weke semîner da wan. Bi taybet di desala havînê de nexweşî ji ber qirêjiyan derdikevin da ku em ekolojî û xwe biparêzin divê em li ser paqijiya taxên xwe bisekinin."