Xwendekarên li Eskîşehîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan

  • 18:59 29 Nîsan 2025
  • Rojane
ESKÎŞEHÎR - 12 xwendekarên li Eskîşehîrê hatibûn binçavkirin bi şerta kontrola edlî hatin berdan.
 
Li Eskîşehîrê 12 xwendekar beriya 1’ê Gulanê di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin. Ji xwendekaran Orhan Yuksel bi daxwaza girtinê û 11 xwendekarên din bi şerta kontrola edlî sewqê Dadgeriya Ceza Sulh a Nobeta a Eskîşehîrê hat kirin.
 
Xwendekar Orhan Yuksel, Yîgîtcan Yalçin, Burak Ozturk, Îbrahîm Demîryurek, Yîgît Uçar, Gîzem Koksal, Şahîn Ozîşçî, Yusuf Ozdemîr, Furkan Samet Uguz, Mer Guzel, Humeyra Aksu û Abdulvahap Boyraz bi şerta kontrola edlî ji aliyê Dadgeriya Nobedar a Eskîşehîrê ve hatin berdan.