
Ji bo Pexşan Ezîzî kampanya îmzeyan hat destpêkirin
- 11:28 11 Gulan 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo girtiya Kurd Pexşan Ezîzî ya ku dewleta Îranê cezayê darvekirinê lê birî ye, li bajarê Munchen ê Elmanyayê kampanyayeke îmzeyan a navneteweyî hate destpêkirin.
Ji bo işaret bi rewşa girtiyên jin ên parêzvanên mafên mirovan bê kirin ku li Îranê cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn, çalakiya şeşemîn a xwepêşandanên 'Na ji darvekirinê re ya roja Şemiyê', vê hefteyê pêk hat.
Di çarçoveya çalakiyê de ji bo Peşxan Ezîzî ya ku biryara darvekirinê lê hatiye birîn, kampanyayeke îmzeyan a navneteweyî hate destpêkirin.
Beşdaran li hemberî polîtîkayên zordar ên dewletê yên li Îranê agahî dan raya giştî û banga piştevaniyê kirin.
Li standê daxuyanî hate dayin û hate destnîşankirin ku divê biryarên têkildarî Pexşan Ezîzî, Werîşe Mûradî û Şerîfe Mûhammedî tavilê bêne betalkirin.
Pexşan Ezîzî 4'ê Tebaxa 2023'an li Tehranê hatibû binçavkirin. Di 11'ê Kanûnê de biryara girtina wê hate dayin û 23'ê Tîrmeha 2024'an ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve cezayê darvekirinê lê hate birîn. Ev biryar ji aliyê Konseya Dadgeriya Bilind a Îranê ve 8'ê Çileya 2024'an hatibû erêkirin. Gefeke cidî li ser jiyana Pexşan Ezîzî heye.
Di axaftinên li çalakiyê de hate ragihandin ku ev biryar adîl nîne û binpêkirina mafên mirovan e.
Her wiha hate gotin, rîska darvekirinê li hemberî Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mûhammedî heye û hate xwestin, biryara cezayê darvekirinê tavilê bê betalkirin. Di çalakiyê de ji bo pêkanîna edaletê bang li her kesî hate kirin ku dengê xwe bilind bikin.