Doza Semra Guzel hat taloqkirin

  • 14:28 7 Gulan 2025
  • Hiqûq
 
ENQERE - Di danişîna doza siyasetmedar Semra Guzel de ji bo şahidê bi navê Şaban Elçîn biryara anîna bi darê zorê hate dayin. 
 
Di sala 2017’an de der heqê Wekîla HDP’ê ya berê Semra Guzel de ji ber dosyayekê biryara rakirina parêzbendiyê hate dayin û di 3’yê Îlona 2022’yan de jî hate girtin. Danişîna 14’an a Semra Guzelê li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat lidarxistin. Semra Guzel ku li Girtîgeha Jinan a Kandirayê tê ragirtin, bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bû. Parêzerên OHD û ÇHD’ê jî doz şopandin. 
 
Semra Guzel, di serî de Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder bi bîr anî û got dê têkoşîna wî ya aştiyê bidomînin. 
 
Semra Guzel, anî ziman ku êdî tu bingeheke îfadeyên şahidê nepen “Ezel” û şahid Şaban Elçîn nemaye û got: “Îfadeyên wan xwe dispêrin tiştên bihîstin. Heke ev dosya li gorî mewzûatê bidomiya, hewce nedikir em niha li vir bûna. Em li vir dîl hatine girtin.” 
 
Dozger xwest ku rewşa girtî ya Semra Guzel bidome. Parêzer Arzu Eylem Kayaoglû jî got ku di dosyayê de heta niha tu pêşketin çênebûne, ev rewş binpêkirina mafê darizandina adilane ye û daxwaza tehliyeya miwekîla xwe kir. 
 
Şandeya dadgehê ji bo şahid Şaban Elçîn biryara anîna bi darê zorê da û danişîn taloqî 11’ê Tîrmehê kir.