
ROJEVA 12'Ê GULANA 2025'AN
- 09:00 12 Gulan 2025
- Rojev
*Aktîvîsta TJA’yê Hatîce Oktay der barê armanca ‘Bi Serokatiyê re Diyalogên Jiyana Azad’ axivî û got: “Armanc ev e ku bi hevkariya tecrubeyek xwendina kolektîf pirsgirêkên civakî bi hev re bên nîqaşkirin.” DÎMEN HEYE
*Pêvajoya ku Komîteya Wezîren a Konseya Ewropayê ji bo mafê hêviyê da Tirkiyeyê di meha îlonê de tije dibe. Parêzer Rengîn Ergul got: “Tirkiye divê van biryaran pêk bîne. Ji ber vê jî divê der barê mafê hêviyê de guherînê bike. Ji bo pêvajoya pêş divê amadekariyên me hebin.”
DÎMEN HEYE
*Seroka CHP’a Colemêrgê Suzan Çakirbeylî der barê pêvajoya ku bi banga ‘aştî û civaka demokratîk’ ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir axivî û got: “Ger pêvajo samîmî be em jî ji bo piştgiriyê amade ne.” DÎMEN HEYE
*Ji Komîsyona Girtîgehan a OHD’ê Sîdal Bayrak got ger di qanûna înfazê de guherîn bê kirin divê ewil lijneyên şopandin û îdarî bên girtin û got: “Ger bixwazin mafê girtiyên nexweş bidin divê ATK raporên zanistî bide. Divê lijneyên şopandin û îdarî bên rakirin.” DÎMEN HEYE
*Hevseroka Partiya Sûriya Pêşerojê Xalîde Ebdo ya bajarê Helebê erkdarkirina kujerê Hevrîn Xelef, Hatim Ebû Şeqra şermezar kir û got:"Divê kujerê Hevrîn Xelef bê cezakirin, neyê erkdarkirin." DÎMEN HEYE
*Şukran Demîr zextên li ser zimanê Kurdî nirxand û got: “Zextên dewletê her tim hebûn. Divê telafiyek dewletê ya ji bo zimanê Kurdî hebe.” BI DÎMEN