Danişîna doza rojnamevanan hat taloqkirin

  • 12:04 12 Gulan 2025
  • Hiqûq
 
ÎZMÎR - Duyemîn danişîna doza rojnamevan Melîke Aydin, Tolga Guney, Delal Akyuz û Semra Turan ku bi îdaya “endamtiya rêxistinê” jê  tên darizandin hat dîtin. Semra Turan ji ber nebûna delîlan beraat kir, rûniştina 3 rojnamegerên din jî hat taloqkirin.
 
Danişîna duyemîn a doza nûçegihana me Melîke Aydin û nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Tolga Guney, Delal Akyuz û Semra Turan ku jê dihatin darizandin li 13'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bayrakliya Îzmîrê hat dîtin. Rojnamevan û parêzer tevli danişînê bûn, MLSA û gelek endamên çapemeniyê jî danişîn şopandin.
 
Semra Turan beraat kir
 
Rûniştina dozê bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Heyeta dadgehê ewil dosyaya Semra Turan nirxand. Semra Turan ji ber nebûna delîlan beraat kir.
 
Ji bo Melîke Aydin daxwaza ceza 
 
Piştre rûniştina Melîke Aydin dest pê kir. Pêşî şahida eşkere Buse Aslan hat guhdarîkirin.  Piştî îfadeya Buse Aslan, dozger xwest ku Melîke Aydin bi îdaya "endamtiya rêxistinê" bê cezakirin. Melîke Aydin û parêzerê wê îdîa red kirin û ji bo parastinê dem xwestin. Rûniştin taloqî 18'ê Tîrmehê saet 09.20'an hat kirin.
 
Tolga Guney ê şahida eşkere Buse Aslan derbarê wî de îfade da jî g got ku ew tenê karê rojnamevaniyê dike. Parêzeran jî bi devkî îdiayên şahida eşkere red kirin. 
 
Şahida eşkere Buse Aslan ku der barê Delal Akyuz de jî îfade da, heman sûcdarî dubere kirin. Delal Akyuz, diyar kir ku şahid derewan dike. Delal Akyuz anî ziman ku ew xebatên xwe yên rojnamevaniyê eşkere dike.
 
Parêzera Delal Akyuz û parêzerê MLSA’yê daxwaz kirin ku lêpirsîn bê dirêjkirin da ku name ji dadgehê re bê şandin. Lê belê heyeta dadgehê ev daxwaz red kir.
 
Li ser daxwaza parêzeran a ji bo demek zêdetir dan û rûniştina dozê taloqî 18’ê Tîrmehê hat kirin.