
Xelkê Dêrikê ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiya
- 14:56 25 Gulan 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi sedan şêniyên bajar û gundewarê Dêrikê bi meşekê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.
Bi sedan şêniyên bajar û gundewarê Dêrikê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li dar xist.
Girseya wêneyê Rêber Abdullah Ocalan hilda û pankartên bi nivîsên "Dem dema azadiya Rêber Abdullah Ocalan" vekiribû ji Qada Azadî ya bajêr dest bi meşê kir.
Girse bê navber dirûşmên "Bê Serok Jiyan Nabe" berz kirin, di sûka navendî re derbas bû, li pêşiya navenda Kongra Star sekinî. Li vir piştî deqeya rêzgirtin, endamê PYD’ê Mutîi Elî axivî. Elî anî ziman ku têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dewam dike.
Her wiha bal kişand ser bandora mezin a ku "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" Abdullah Ocalan çêkriye û got: "Rêber Abdullah Ocalan ji bo çareserkirina kaosên li Rojhilata Navîn, bi taybetî pirsgirêka Kurd nêrîn, çareseriyên siyasî û aştiyane pêşkêş kiriye."
Meş bi berzkirina dirûşmên silavkirina Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.