
Bi bendavên ewlehiyê xweza, bîr û jiyan di bin dagirkirinê de ye
- 09:05 10 Hezîran 2025
- Ekolojî
Derya Ren
MÊRDÎN - Ekolojîst û parlamentera berê ya HDP’ê Beyza Ustun da zanîn ku bi bendavên ewlehiyê xweza bi awayekî sîstematîk tê texrîbkirin û bîra gel û qadên jiyanê bi zanebûn hedef tên girtin. Beyza Ustun daxuyakirin ku li Mezoptamyayê mîrateya çandî û ekolojîk ji sermayê re vekirin û got gel bîra xwe diparêze û têkoşînê dimeşîne.
Hilweşîna ekolojîk roj bi roj giran dibe li seranserê cîhanê bi qanûnên ku sazî û dezge derdixin ji hilweşîna ekolojîk re zemîn tê avakirin.Bi hinceta ewlehiyê daristan tên şewitandin, mêrg û gelî ji şer re tên pêşkêşkirin.
Li Kurdistanê jî texrîbata ekolojîk roj bi roj giran dibe. Ev hilweşîn gel koçber dikin û rê li ber binpêkirinan vedike.
Ekolojîst, akademîsyen û parlamentera HDP’ê ya berê Beyza Ustun der barê mijarê de axivî.
‘Bi şer dixwazin sînoran fireh bikin’
Beyza Ustun daxuyakirin ku dewlet ji bo hebûna xwe bidomînin ji bo hegemonya xwe bidomînin mudaxaleyê herêman dikin û got: “ Ev li cihên ku têkoşîn û newekhevî heye zêdetir tên kirin. Mezopotamyayê ev hîn bêtir tê kirin. Bi bendavên elwehiyê dixwazin têkoşînê bişkînin. Bi zext û zilmê dixazin serdestiyê xurt bikin. Bi qetilkirin, koçberkirin, şewitandinê dikin.”
Bendavên elwehiyê
Beyza Ustun destnîşan kir ku bi bendavên ewlehiyê dixwazin gelê li wir dijîn ji hev bikin û wiha bi lêv kir: “Di bin navê ewlehiyê de polîtîkayek di qada navneteweyî de nû ya hatiye derxistin didomînin.Du aliyên vê hene. Yek esasên avakirina Konseya Avê ya Cîhanê ya NY’ê ye: ‘Divê av û hewzayên avê bikevin bin kontrola sermayê û yanî bibin alav. Li aliyê din jî ji 1990’î û beriya wê stratejiyên polîtîkayên ku avê hesp bikin. Serya hêza xwe li vir xurt dike. Li Kurdistan û Behrareş vê dike.”
Tundkirina binpêkirinê
Beyza Ustun diyar kir ku li ser ekolojiyê tundî tê kirin û ev teşeyê tundiyê hev dişopînin. Beyza Ustun wiha dirêjî dayê: “Li Kurdistanê heta 2014’an li hinek herêman mudaxale tunebûn. Ji vir şûnde ji şîrketên madenê re hatin vekirin. Di 2014-2015’an de li herêma Hozat-Farqînê sondajên gaza zinaran hat vekirin. Lê agahiya mirovan pê tunebû. Binêrin ev di pêvajoya çareseriyê ku didomiya de dihat kirin û piştre tûnd bû û zêde bû. Veguhestinên bajarvaniyê jî parçeyek vê ye. Mînak li Sûrê gel ji wir hat kirin û pêkêşî sermayê hat kirin. Odeya Mîmaran a Amedê der barê Sûrê de doz vekirin. Karker din ava binpêkirinê de cih digirin. Mirovê ji herêm aşer tên ji ber hewce bi kar dibînin pergala binpêkirinê jî qebûl dike. Ji ber vê divê mirov bi hemû aliyan li binpêkirinê binêrin.”
‘Gel hişê xwe diparêze û têkoşînê dide’
Beyza Ustun di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Têkoşîna gel girînge. Divê ev têkoşîn bê dayîn. Gel bîra xwe diparêze û têdikoşe. Çi dibe bila bibe dest ji çanda xwe bernade. Ev berxwedana herî mezine.Têkoşînek rêxistinkirî û polîtîk pêwiste. Divê mirov bizanin ji bo çi û çima têdikoşin.”